Sebîyên Diyarbekirê şahiya mezûniyetê li dar xist

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo sebî û savayên di krêşan de perwerde dibin ‘Şahiya Dawîya Salê ya Zarokan’ li dar xist û zarok ketin kelecana mezûnbûnê.  

Zarokên 6 salî yên ku di krêşên pêşdibistanê yên bi ser Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibûn, mezûn bûn.  

Şahiya mezûniyetê li baxçeyê Gerînendetiya Şaxa Zarokan a li Sumerparkê hate lidarxistin, zarokan di şahiyê de pêşbirka telîsan, kişandina werîsan, pêşbirka hêkan, pifkirina ard û teqandina pifdank û nepoxan leyîst.

Piştî şahiyê karnameyên zarokan li wan hatin belavkirin.

Di ÅŸahiyê de, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, xwendekar û malbatên wan amade bûn. Â