Li Birca Keçikê bernameya hunerî birêve çû

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li birca keçikê ku wek navendeke nû ya çandê hate terxankirin bernameya “Qul û Qulbend Dê Tijî Huner Bibe” li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê bike wargehê xebatên çand û hunerê Birca Keçikê vesaz kir, dawiya hefteyê liv ir ji bo mêvanan bernameyên cur bi cur birêve çûn.

Du rojan bernameyên pêşangeh, konser, govend, dîwana dengbêjan, performansa kuartêtê, performansa bandoyê û sinemaya li derve li vê bircê hatin lidarxistin, ji bo mêvanan demeke xweş da borandin.

Mêvanan xwe beşdarî govandan kir, li kilam û stranên xweş ên ji aliyê dîwana dengbêjan ve hatine gotin guhdarî kirin. Li ber stranên Diyarbekirê govend xweş kirin.

Bernameyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ve hatin lidarxistin li ser hesabên medyaya civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin bi zindî hatin weşandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bernameyên bi slogana “Qul û Qulbend Dê Ji Hunerê Tijî Bibin” dê bi tevahiya havînê bidomîne.