Bultena Şaredariyê “Keremke” derket

Şaredariya Bajarê Mezin, bultena xizmetguzariya xwe ya bi navê “Keremke” derxist.  

Şaredariya Bajarê Mezin, bultena xwe ya bi navê “Keremke” ku tê de xizmetguzariya şaredariyê ji projeyên seresazî û binesaziya bajêr heta bi xizmetên spor, perwerde, turîzm, çand û huner li xwe digire, bi hejmara ewil gihande ber destê xwendevanan.

Bülten ji 49 rûpelan pêk tê, xelkê Diyarbekirê dikare ser malpera resmî ya şaredariyê xwe bigihînê, her weha bulten dê li navendên danûstandinê, li komsiwariyan, muzeyan, navendên ciwanan û jinan û qiraatxaneyên millet peyda bibin.  

 “Keremke”, bi rêya karmendên şaredariyê li cadeyên sereke yên bajêr dê bigihêje ber destê welatî û esnafan.

“Em li gorî dîtina xelkê Diyarbekirê projeyan bi pêş dixin”

Walî Munîr Karaloglu, di “Keremke” de nivîsek bi navê “Diyarbekir hêjayî hezkirinê ye” nivîsiye û tê de gotiye, ji roja li Diyarbekirê dest bi kar kiriye ve ye ew li kuçeyan bi xelkê re ne.  

Karaloglu diyar kiriye kul i kuçe û kolanan wan bi dil û can guhê xwe daye derde zarok, ciwan, xaltî, mamo, karker û esnafan û gotiye ji cihana kar heta bi saziyên esnafan, heta komelên saziyên civaka sîvîl nêrînên wan ên bo bajêr guhdar kirine.

Karaloglu, di nivîsa xwe de cih daye van gotinan:

 “Heta ji destê me tê em hewl didin daketin kolanan, ji bo dilê walîtî û şaredariyê pêkve, ligel dilê welatiyan lêbide hewldanan dikin. Çi peyamên ji bo hesabên min ên medyaya civakî, ez bi xwe, e-posteyên şaredarî û parêzgeriyê, çi jî yên di hevdîtinên medyaya civakî de ji layê ekîba me ve tên şopandin û aliyê proje û xizmetguzariyan em li gorî boçûnên xelkê Diyarbekirê destnîşan dikin.”  

Mercê hezkirina ji Diyarbekirê

Karaloglu diyar kir ku “Em wisa bawer dikin ku şertê pêşîn ê hezjêkirina Diyarbekirê xizmetkirina ji bo Diyarbekirê ye” û weha nivîsîye:

 “Li Diyarbekirê rekora ramezeniyê ya hemû zemanan tê şikandin, kargehên nû tên vekirin, şîrketên nû tên avakirin. Ez bawer im ku ev pêla nû ji Qerejdaxê heta Hevselê, ji Sûrê heta Çinarê, ji Eshabê Kehf heya Oîr Ezîzî, ji esnafê Farqînê heta cotyarê Pîranê dê hemû xelkê Diyarbekirê hembêz bike, îro dê ji duhî xweştir, sibe dê ji îro xweştir be; Diyarbekirî dê bigihêje hemû potansiyela vî bajarê qedîm.”

 “Keremke”yek têrûtijî

Tê çaverêkirin ku ev bulten her meh di navbera 1 û 5’ê mehê de ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel ve bête derxistin, dê proje û xizmetguzariyên Şaredariya Bajarê Mezin li xwe bigire.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30