Girê Çilezîzan şên û avedan dibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Girê Çilezîzan ku wek bîbika çavê bajêr e, bigihêje rûmet û siyaneta xwe, xebat dan destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şûnwarên dîrokî û turîstîk ên bajêr avedan bibin û hetahetayê bibin malê gel razemeniyan dike.

Walî Munîr Karaloglu, serdana Girê Çilezîzan kir û ji bo kêmasiyên wê bêne çareserkirin xwest xebat bêne kirin. Pê re Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê zend û bendên xwe badan û ji bo Girê Çilezîzan bixin ber xizmeta xelkê Diyarbekirê xebat dan destpêkirin.  

Rêyeke nû tê vekirin

Serokatiya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo turîstên xwecihî û biyanî karibin rehet serdana vê derê bikin û hatûçûn siviktir bibe zend û bend şidandin.

Rêyeke nû ji Girê Çilezîzan heta Pira Dehderî tê çêkirin, ev rê 750 metir dirêj û 15 metir fireh e, dê ji Pira Qabî heta Girê Çilezîzan rê bête vekirin.

Ji bo xelkê Diyarbekirê bi rehetî karibin serdana Girê Çilezîzan bikin dê erkîb, li qadê otoparkekê jî ava bikin.

Qontara Girê Çilezîzan tê ronîkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, piştî xebata binesaziyê ji bo welatiyên dibine mêvanê Girê Çilezîzan demeke xweş li virê derbas bikin dê li ser aqarekî 415 hezar metrekare xebata hawirçakiyê bête meşandin.

Li ser aqarekî 400 metrekare jî ji cur û celebên cuda cuda dar û devî û kulîlk dê qontarên Girê Çilezîzan hêşîn bikin. 15 hezar metrekare jî dê ji zemîna req be.

Ji bo hawirçakiya Girê Çilezîzan ekîb, ji bo şêniyên bajêr karibin di tariya şevê de bi rehetî li virê bigerin dê lempeyan saz bike û li cihên diyarkirî dê textebend û gilêşdankan bi cih bike.