Perwerdeya afatê dan xwendekaran

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên Mêvanxaneya Xwendekarên Keç der barê afat û hawarê de agahdar kirin.  

Xwendekarên Mêvanxaneya Keçikan, bi boneya “13’ê Kewçêrê Roja Afatê ya Cîhanê” serdana Gerînendetiya AFAD’ê kir.

Di serdanê de der barê karesat û rewşên hawarê, afatên erdhej, şewat, lehî û lêmiştan de hatin agahdarkirin û rahênana kûçikên rizgarkirinê nîşanî wan dan.

Di bernameyê de der barê amadekirina çentika afatê de agahî hatin dayîn, dema karesatan tiştên divê bên kirin hatin vegotin.