Li Erganê xebatên binesaziyê berdewam in

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Erxanê ji bo deverên nû yên warnişînê çi kêmasiya binesaziyê çênebe projeyên nû bi pêş dixe.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), li navçeyan bi xebatên dabînkirina binesazî û anîna ava vexwarinê berdewam e.

DÎSKÎ, li ser Cadeya Orhan Dogan ku nûka ji bo avedaniyê hatiye vekirin projeyek bi buhayê 1 milyon î 831 hezar lîre xeteke avê ya 4 hezar û 715 metre û xeteke kanalîzasyonê ya 4 hezar û 383 metre dabîn kir.

Ji sedî 75’ê vê projeyê hate çêkirin û tê çaverêkirin ev proje meha pêş me amade bibe.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û Qeymaqamê Erxanê Ahmet Karaaslan çûn cihê xebatê der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin.