Li Silîva Meydana Bajêr tê çêkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Silîva li ser aqarekî 14 hezar û 430 metrekare Meydana Bajêr a Kiliçaslanê 1’ê çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeyan ji bo welatiyan seyrangehan çêdike da ku welatî bi malbatî ligel hezkiriyên xwe demeke xweş tê de biborînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatan de li Silîva li ser aqarekî 14 hezar û 430 metrekare meydana bajêr li ser cadeya Diyarbekir ava dike.

Bi vê projeyê dê rûberê bajêr biguhere, 8 hezar û 300 metrekareya vê projeyê ji bo qadên hêşîn hate veqetandin. Ji bo ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Farqînî tê de xweşiyê biborînin dê baxçeya çayê, hewz, amfî, yarîgehên zarokan, rêyên peyasê, seyrangehên bin daran dê di meydanê de hebin.