DÎSKÎ’yê depoya Talaytepeyê xist dewrê

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, karê montajkirina 6 pompeyên li Depoya Peşkinandinê ya Talaytepê ku xudan zerengiya hilgirtina 15 metrekup ava vexwarinê ye, bi encam kir.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji ber dabînkirina pirsgirêka avê ya navçeya Peyasê ku her roj qaseke din mezintir dibe, xebatên xwe didomîne. 

Ekîbên ku li ser navenda peşkinandin û depoya avê ya li Talaytepêr dixebitîn, montaja 6 pompeyan kir, pergala elektrîk û eletronîkê ji sertapê nû kir, pergala scadayê saz kir û pergala scada ya heyî jî entegre kir.  

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebatên ku ji êvarê dest pê kirin û heta sibê dewam kirin di cih de şopand, diyar kir ku pompeyên berê têra bicihanîna pêdiviyan nedikir lewra ya nû wan dabîn kiriye.