Hejmara sêyê ya kovara Diyarbekir derket

 

 

Kovara Şaredariya Bajarê Mezin ya bi navê “Diyarbekir Çand û Şaristanî” bi naverokeke têrtijî, bi hejmara xwe ya 3’ê derkete pêşberî xwînerên xwe. 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çanda bajêr, dîroka bajêr, aşpêjiya bajêr bide nasandin, ji bo mêvanan der barê wan de agahîyan bide û Diyarbekirê bi awayekî berfireh û hûrgilî bi mêvanan bide nasandin kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” derdixe, hejmara sêyan a vê kovarê derket.  

Di hejmara sêyan de kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” bi dosyeya “Ez Diyarbekir im warekî têr adan im” derket pêş xwîneran.

Sergotara kovarê ji aliyê Walî Munîr Karaloglu ve hate nivîsîn û tê de amaje pê da ku Diyarbekir warê destpêkê yê şînbûna genim, garis, nîsk û nokan e.

Karaloglu di nivîsa xwe de bi bîr xist ku strana Dîjleya ku şelk û dirûv daye kevir û erdê heşt hezar salan bi ser Hewselê de nalîyaye û weha domand:

 “Av li Diyarbekirê Dîjle ye; bi narînî gelî di ber gelî de dikişe û her war û erdê ser rêka xwe av dide, avedan dike, piştî ku ew di kûrahiyên Dîjle û Qerejdaxê de digere, her weha berê xwe dide kaniyên kolanan, şadirvanên mizgeftan, fisfiskên hewşan.”

Karaloglu bi bîr xist ku Diyarbekir yek ji bajarên nav Hîlala Bi Bereket e û got ku destpêka çîroka mirovahiyê li ser vê erdê dest pê kiriye.  

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31