Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya sersalê li qadên cemawerî, li navendên şoxûşengê, kafe û xwaringehan çavdariyan dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî sersala xwe bi tendurist, aram derbas bikin bi serperiştiya endezyarên zexîre û zabiteyan çavdarî kirin.
Di encama çavdariyên bi destê Serokatiya Daîreya Zabite û ya Karûbarên Tenduristiyê ve hatine kirin de dema bikaranîna kelûpelan, rewşa paqijiya şûnwaran hatin venêrtin û kargehên xwedî kêmasî hatin hişyarkirin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di tevahiya sala 2021’ê de di emcama çavdariyan de 5 ton goştê sor û goştê spî dest danî ser 6 ton malê xirabe û ew ji nav bir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî zexîreya pak bi dest bixin bi xebatên xwe berdewam e.