Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin li Bismilê meşandine, saxtî kirin.
Walî Karaloglu, ji bo li navçeyan şênî karibin bêkêmasî sûdê ji xizmetan werbigirin ew saxtîyên xwe didomînin.
Karaloglu serdana Qeymaqamê Bismilê Enver hakan Zengince kir, der barê plansazî û xizmetên bo navçeyê tên kirin de pê re şêwirî.
Paşê Walî Munîr Karaloglu û qeymaqam Zengince serdana Avahiya Pêvekê ya Xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin kir ku tê payîn di vê avahiyê de xizmetguzariyeke bi her awayî bête bipêşxistin.
Karalogu derbasî Cadeya Îstasyonê ku xebatên peyarêk, ronîkirin û qîrkirina vê cadeyê temam bûne, bû û xebat kontrol kirin, pê re bi esnafan re çayek vexwar.
Karaloglu pê re serdana Dezgehê Parzinandina Avê ya ku DÎSKÎ xebatên xwe li ser berdewam e û der barê wê de agahî ji Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî wergirtin.
Karaloglu xebatên çêkirina Qursa Hafizî û Quranê Şevewar a Keçikan seh kirin û paşê serdana esnafên Cadeya Diyar kir û bi wan re sohbet kir, çaya wan vexwar.
Karaloglu bi bîr xist ku ew çawa li hemû navçeyan xizmetê dikin û didin ber xizmeta welatiyan ew li Bismilê jî bi heman awayî xizmetê dimeşînin û got, “Dê siberoja Bismilê ji evroke xweştir be.”