Pisîk bi sezaryenê terikî

 

Li Navenda Venêrtin û Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin, pisîka nikaribû têjikên xwe biterikîne bi rêya sezaryenê terikî û 3 têjik anîn.

Navenda Venêrtin û Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin ku heyamek berê kete ber xizmetê bû şahida sezaryenkirina kêtikekê.

Welatiyek sewalhez saet di 11.00’ê şevê de telefonî ALO 153 kir û ragihand ku pisîkek li kolanê hewl dide biterike lê nikare li ser vê ekîbên Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê kete nav tevgerê.

Pisîk bi ambûlansê rakirine Navenda Venêrtin û Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin û piştî destwerdana destpêkê bi sezaryenê hate emelîyatkirin.

Di encama emeliyatê de 3 têjikên pisîkê hatin dinyayê.