Bi Diyarkartê dikarî têkevî Şaneşîna Bajêr

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo têketina ser Şaneşîna Bajêr dertefa têketina bi Diyarkartê xist dewrê.

Diyarkart ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Hatûçûnê ve ji bo hatûçûna nav bajêr tê bikaranîn dê ji têketina Şaneşîna Bajêr jî bête bikaranîn.

Ekîban, li têketina şaneşînê turnîke saz kir û pergala turnîkeyê ji bo têketina bi Diyarkart û jetonê amade kir.

Ji bo têketinê 1 lîre tê wergirtin û ji zarok û astengdaran pere nayê girtin.

Şaneşîna Bajêr

Welatî ji ber Şaneşîna Bajêr a li Fîsqeyayê, dikarin Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên UNESCOyê de ne, Qesra Kevirîn, Çemê Dîjleyê û Baxçeyê Millet temaşe bikin.  

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31