Lîstika Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT) “Komedî Mola”, 25ê Sibatê roja Înê derdikeve pêş şanohezan.
Şanoyên Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe didomîne, “Komedî Mola” ku her meh dê ji skêçên cihêreng pêk were, derdixe pêş bîneran.
Lîstik dê ji du lîstikên tirkî du yên kurdî pêk bê, Derhêneriya Hunerî ya Giştî Handan Ekici û derhêneriya wê Erdal Ayna bi stû xwe ve digire.
Lîstik, di 25ê Sibatê de roja înê saet 20.00 li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç derdikeve pêş bîneran.
“Şanoyên Bajêr giringiyê dide pirzimanîyê”
Derhênera Hunerîya Giştî ya DBŞTê Handan Ekici, diyar kir ku heçî Şanoyên Bajêr in ew vê serdemê xebatên xwe bi pirzimanî dimeşînin.
Ekici bal kişand ku ew di skêçên xwe de giringiyê didin komediyê û weha axivî:
“Di vê lîstikê de bi çîrokên cuda cuda komediyê derdixin pêş. Em plan dikin ku her meh bi çar çîrokên cuda cuda derkevin pêş şanohezan. Em li ser pirzimaniyê dixebitin. Me bi Kurdî dest pê kir, lê me dil heye ku zimanên dîtir ên herêmê jî bixin nav projeya xwe.”
Her weha lîstikên me “Mifteya Sihêrbend” û “Serpêhatiyên Elîfê” ji bo zarokan, ji bo mezinan jî lîstika “Derî” dertê pêş bîneran.
“Mebesta me ew e nivîser û şanogeran bigihînin”
Derhênerê Projeyê Erdal Ayna diyar kir ku mebesta wan ew e ku li bajarekî pirzimanî ji bo ciwanan hunereke pirzimanî pêş bixin lewra wan projeya Komedî Mola bi pêş xistiye.
Ayna, weha axivî:
“Bi projeya Komedî Mola em dixwazin kesên xwedî gewher li nava Diyarbekirê, kesên şiyana wan ji bo şanogerî û nivîseriyê heyî fersendekê bidine wan. Li vê sehneyê, ew ê karibin lîstika ku wan bi xwe nivîsî, bilîzin. Ji bo me pir giring e ku ev proje hem Kurdî hem Tirkî ye, em niha bi rahênanên xwe berdewam in.”