Walî Karaloglu: “Em ji bo xizmeta şêniyên vî bajarî dixebitin”

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li gundê Hacîsê yê bi ser navçeya Sûrê beşdarî fitara welatiyan bû û bi gundiyan re fitara xwe kir. 

Karaloglu:

 “Em ji bo xizmetî şêniyên vî bajarî bikin di rewşa seferberiyê de ne. Hayê me ji arîşeyên vî bajarî hene, em her kêşeyê didin ber xwe û ji bo çareserkirinê bizavê dikin.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di bernameya fitarê ya Şaredariya Bajarê Mezin li gundê Hacîsa Sûrê li dar xist de bi welatiyan re fitirî. Li gundê Kabî jî beşdarî sohbeta welatiyan bû û bi wan re çayek vexwar.

Karaloglu, silav da welatiyan, pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin û ji wan pirsî ka çi daxwaza wan ji Şaredariyê heye.

Walî Karaloglu, diyar kir ku ew her şev li devereke bajêr ê cuda beşdarî sifra fitarê ya welatiyan dibin û got ku ev ji bo çareserkirina kêşeyan derfeteke baş ji wan re terxan dike.

Karaloglu bi bîr xist ku DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya gundê Hacîsa çareser kiriye û amaje pê da ku bi vê re rê li ber girtiye ku Çemê Dîjleyê neyê hedimandin.

Karaloglu destnîşan kir ku ev 2 sal e ji bo çareserkirina pirsên bajêr bizavan dikin û weha axivî:

 “Em bizavê dikin ku xizmetê bo vî bajarê qedîm û bo mirovên vî bajarê qedîm bikin. Bi hemû ekîba xwe, bi qeymaqam re, bi midûrên herêmê yên dam û dezgehan re, bi midûrên bajêr re, bi sekreterê giştî yê şaredariyê re, bi alîkarên wî, serekên daîreyan, midûrên beşan re, hemû di amadebaşiyê de ne da ku xizmetê bo vî bajarî bikin. Hayê me ji kêşeyên vî bajarî heye. Em wan pirsgirêkan datînin ber xwe û hewl dikin da çareser bikin.”

“Em pirsgirêkên 20 salî çareser dikin”

Karaloglu bi bîr xist ew pirsgirêkên sala 2004ê dema Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Kocaeliyê bûye wan hel kiribûn niha di sala 2022’ê de li Diyarbekirê çareser dikin û weha pê de çû:  

 “Ev tête çi maneyê hûn dizanin gelo? Yanî 20 salên vî bajarî winda ne. Pirsgirêkên ku divê berî 20 salan bihatana helkirin, hatine gîrokirin, bûne kangren, lê em bizavê dikin ku wan hel bikin. Hemû pirsgirêkên bajêr, bi navend û navçeyan re, niha li her derê şantiye hene û xebat têne meşandin. Em pirsgirêkên Diyarbekirê dizanin; bi îxlas, bi dilsozî, em xebatê li ser wan dikin. Heta Xwedê hêz û şiyan da me em ê van kêşeyan çareser bikin, bila welatî di vî warî de ji me bawer bin.”  

Karaloglu amaje pê kir ku sala par wan lig undan 1200 kîlometir asfalt darêtiye rêyan û got ku îsal karê asfaltê wan serê pêşîn ji bêjiya navçeya Sûrê daye destpêkirin.

“Li Diyarbekir jî li herêmê jî divê aramîya me bête parastin”

Karaloglu diyar kir ku serdema pêşiya me dê ji raboriya me baştir be û weha axivî:

 “Em ê her pirsê çareser bikin, lê bi şertê ku rewşek bête parastin; divê aramiya me û ewlehiya me berdewam be. Heke aramî û ewlehî nebe em ê nikaribin bên bi dilxweşî bi we re fitarê bikin. Lewra jî divê êdî em li Diyarbekirê jî li herêmê jî aramî û ewlehiyê biparêzin. Hebûna me ya herî mezin ev e. Divê em rê nedin kesên ku dixwazin vê ewlehiya me têk bidin. Her kî qestî aramiya vî bajarî bike divê em hemû pêkve wek di vê fitarê de li ber singa wan bisekinin. Êdî pêdiviya vî miletî bi huzûrê, bi xizmetê heye. Em jî dixwazin vê yekê bikin.”

Walî Karaloglu paşê derbasî gundê Qabîyê bû, kompleksa sporê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li vir hatiye çêkirin, saxtî kir.  

Walî Karaloglu, bi zarokên di rê de dîtî xwe xweş kir û stranên Kurdî û Tirkî yên zarokan gotî, guhdarî kirin.

Walî Karaloglu, pişt re li mala şînê ya gundî bi şêniyên gund re hevdîtinek pêk anî, çaya wan vexwar û sohbet gerand.