Zarokan şahiya dawiya salê gerand

 

 

 

Şaredriya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 4-6 yên di kreş û jûrên lîstikan ên bin banê wê de perwerde dibin bernameya şahiya dawîya salê hate lidarxistin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo pêşxistina zarokan di warê zîhnî û fîzîkî de bi pêş bixe kreş û lîst,kên zarokan li dar xistine û serdema 2021-2022ê ya perwerdeyê bi dawî hat.

Şahiya dawiya salê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi beşdariya zarokan birêve çû.

Perwerdekar û malbatên zarokan di şahiyê de amade bûn û di şahiyê de zarokan demeke xweş derbas kir.

Her weha zarokan yarîyên hêka di kevçî de, bazdana nav telîs, kêşemêş, meşa ser textikî kirin û di ber hev dan.  

Şahiya dawiya salê bi pêşandana Koma Govendê ya Diyarbekirê bi dawî bû.