Serkeftina sporbazên Şaredariyê

 

Sporbazên Şaredariya Bajarê Mezin, di Şampîyonaya U16 a Tirkiyeyê de ku 14-15 Hezîranê li Bursayê birêve çû de di beşa altetîzmê de serkeftinên mezin bi dest xistin.

Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê di Dibistanên Sporê yên bin banê xwe de gelek xwendekarên jêhatî ji bo Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin gihandin û van ciwanan serkeftinên baş bi dest xwe ve anîn.

Sporbazê Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin Suleyman Kiliç, di Şampîyonaya U16 a Tirkiyeyê ku li Bursayê birêve çû û ji aliyê Federasyona Atletizm a Tirkiyeyê ve hate lidarxistin de di 3 hezar metre beşa mêran de bû şampiyonê Tirkiyeyê.   

Sporbazê Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Aslan jî, di heman beşê de bû duyemîn.

Kiliç, di hilbijartina Tîma Milî de bûbû şampiyon

Kiliç, di Şampyonaya Salonê ya U16 a Tirkiyeyê de ku adara 2022ê li Bursayê birêve çû bû de jî bûbû yekemîn û di pêşbirka Hilbijartina Tîma Milî û ceribandina Olîmpîk a Meşê a Tirkiyeyê de jî bi 3 hezar metrê di beşa zilaman de bûbû şampiyonê Tirkiyeyê.  

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30