Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li taxa Çelikevlerê ya Yenîşehrê xeta avê dixe dewrê.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê ji bo binesaziyeke xurttir a bajêr xebatên xwe didomîne, pirsgirêka avê ya Çelikevlera Yenîşehrê çareser dike.
Di çarçoveya projeyê de ekîban xeteka avê ya 4 hezar û 933 metre danî û niha girêdanên depoyên nû çêdike.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, der barê xebatê agahî ji rayedaran wergirt û got, ew ji bo pirsgirêkên welatiyan çareser bikin, çi ji destê wan têt texsîr nakin.
Xeta kanalîzasyonê amade ye
DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya Çelikevlerê ku 120 avahî lê hene çareser kir û 13 hezar û 834 metre xeta kanalîzasyonê danî.
Ava gemar a taxê dê bi xeta terfîyê ku 5 hezar û 892 metre dirêj e ji bo Dezgehê Parzinandina Avê bêt veguhastin.
Niha li taxê fosetîka ji bo 500 kesî têt çêkirin û xetên aboneyan tên girêdan.