Walî Alî Ihsan Su, li Pasûr, Licê û Karazê bi şêniyan re

 

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, di çarçoveya seredanên xwe yên navçeyan de çû navçeya Pasûr, Licê û Karazê û bi şêniyan re hevdîtin pêk anîn û xizmetguzariya wan deveran saxtî kir.

Walî Aî Ihsan Su, li navçeya Pasûrê kelûpelê bo baxçeyên fêkiyên bi qalik di çarçoveya “Projeya Pêşxistina Çandinîya Fêkiyên Bi Qalik” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Kargêriya GAPê û Gerînendetiya Çandinî û Daristanê de têt meşandin, belav kir.

“Li 16 navçeyan me li 550 kesan 177 hezar û 760 ajar belav kirin”

Walî Su, di merasîma belavkirina kelûpelan de axivî, wek şaredariya bajarê mezin û parêzgarî wan gelek projey pêk anîne û got, wan li Pasûrê gelek kar û bar pêk anîne. 

Walî Su, bal kişand ku wan di warê çandiniyê de gelek xizmetên baş kirine û got, me van du salên dawîn bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Kargêriya GAPê û Wezareta Çandiniyê bi buhayê 13 milyon û 333 hezarî ajarên adaran li we belav kirine.

Walî Su, weha axivî:

 “Me 56 hezar û 618 ajarên fistiqan, 111 hezar şitlên bahîvan, 10 hezar û 243 ajarên gwîzan belav kirin. Li 16 navçeyan me 177 hezar û 760 ajar belav kirin. Li Pasûrê di 2 salên dawî de me ji bo 98 cotyaran li ser 533 dekar erdî 21 hezar û 921 ajar belav kirin. Îro jî ji bo parastina van zevî û rezên dar lê hatine çandin em ê têla rêsayî, beton û stûnan belav bikin. Bi vê mebestê em ê 10 hezar û 522 stûnên betonê, li ser 156 hezar metrî jî em ê têlên bi dirî radestî we bikin. Bi vî awayî hûn û parêzên xwe baş biparêzin, heywan dê nikarin ajarên wan zirarê bidinê.”

Walî Su, bi bîr xist ku wan sala 20020-2022ê li Pasûrê 439 kîlometir rêya stabîlîze çêkiriye û got, 3,5 kîlometir kevirê parke, ji 1 kîlometrê zêdetir rêya beton çêkiriye û 5 hezar û 264 ton zift jî lir ê darêtiye.   

Walî Su, amaje pê kir ku wan li navçeyê dest bi çêkirina melevangeheke nîv olimpik û avahiya termînalê kiriye û got, ew paln dikin ku ji bo zarok û ciwanan li virê mala zanînê û akademî lîseyê jî ava bikin.

Piştî belavkirina kelûpelê parêzan Walî Su berê xwe da avahiya Qeymaqamîyê û ligel qeymaqam Mustafa Gozlet li ser xebatên li navçeyên berdewam in, şêwirî.

Walî Su, paşê serdana esnafan kir, ligel welatiyan sohbet kir, lîstok diyarî zarokan kirin û şîrcemed ji bo wan xwest.

Walî Su, li qehwexaneyekê li gel muxtar û şêniyan civînek li dar xist û guhê xwe da daxwazên wan.

Paşê jî Walî Su, li gundê Cixsê serdana Dezgehê Ristina Tayê Hevrişîm kir û paşê derbasî navçeya Licê û Karazê bû.

Serdana Licê û Karazê

Walî Su, li navçeya Licê û Karazê serdana qeymaqaman kir û der barê xebatên berdewam de agahî wergirtin.

Walî Su, li Licê serdana Navenda Piştgiriya Malbatan kir, bi kursiyeran re sohbet kir û xebatên wan venêrtin.  

Walî Su, li navçeya Licê û Karazê serdana esnafan kir, bi welatî û muxtaran re civîn li dar xistin, sohbet bi wan re kir û guh da daxwazên wan.

Di serdana Su de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşi û rayedarên şaredariyê amade bûn.