Kursên “Werin Sporê” 12 mehan bênavber berdewam dikin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di çarçoveya kursên "Werin Sporê" de, 12 mehan li 21 şaxan perwerdehiya bêpere dide.

Dibistanên werzîşê yên ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ve ji bo tevkariyê li pêşketina bedenî û civakî ya zarok û ciwanan bikin, bi 30 hezar xwendekarî dewam dikin.

Di beşên futbol, ​​voleybol, badmînton, tenîsa masê, kick boks, judo, tenîsa kort, atletîzm, tekwando, hokeya zevî, basketbol, ​​avjenî, karate, gulaş, şetrenc, hentbol, ​​tîravêjî, jîmnastîk, şopgerî û çiyagerî de 7 rojên hefteyê di navbera 09.00-17.00ê de kurs pêk tên.

Hefteyê 3 rojan li Salona Sporê ya Koşkler û Hewza Sergirtî ji xwendekaran re perwerdeya avjeniyê tê dayîn.

5 hezar û 400 kes ji bo îmtîhanê li Kompleksa Sporê ya Talaytepeyê ku ji bo xwendekarên POMEM, PMYO, Dibistanên Eskerî, Cerdevan, BESYO û Lîseyên Sporê yên "Kursên Taybet ên Bêpere" ku Şaredariya Bajarê Mezin dabûn destpêkirin, amadehiya îmtîhanê dikin.

"Ez dixwazim ciwan werin vir û xwe bi pêş bixin"

Ji perwerdekaran Muhammed Abdullah Uzunca jî diyar kir ku bi saya kursên “Werin Sporê” wan wek ekîba dibistanê perwerdeya xwe dikin.

Uzunca destnîşan kir ku kurs gelek bi fêde ye û wiha got:

“Em hefteyê 4 rojan tên, perwerdeya me baş derbas dibe. Li vir her cure werziş hene, nemaze futbol, ​​basketbol, ​​voleybol û hendbol. Ez dixwazim ciwan werin vir bi şaxekê re eleqedar bibin û xwe bi pêş bixin. Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim ji ber vê derfeta daye me.”

Perwerdekar Mehmet Yusuf Kiziler got ku bi şîreta mamosteyê xwe li dibistanên werzîşê qeyda xwe kiriye. Kiziler, diyar kir ku ew 5 sal in van kursan bêpere bi kar tînin û destnîşan kir ku ekîbên dibistanan bi saya kursan serkeftinên girîng bi dest xistine.

"Mamosteyên me bi me re eleqedar in"

Xwendekara kursa basketbolê Buşra Mutlu, diyar kir ku bi saya kursê dema xwe ya vala bi awayekî berhemdar derbas dike.

Mutlu weha axivî:

“Ez hefteyê çar rojan têm vir. Ne tenê wek hobî, di warê basketbolê de jî, ez dixwazim xwe pêşde bibim û biçim cihên baştir. Min ew li ser medyaya civakî kifş kir. Ez hatim, min qeyda xwe kir, mamosteyên me bi me re pir eleqedar in, taktîkan didin me. Em xwe pêşvetir dibin.”

"Ez dixwazim bigihîjim dereceyên baş"

Ji perwerdekaran Muhammed Alî Baran ê 10 salî diyar kir ku bi saya kursan fêrî melevaniyê bûye.

Baran, aşkere kir ku ji bo profesyoneliyê kursên xwe didomînin û wiha got:

“Dema ku ez nû hatim vir, min nizanîbû avjeniyê bikim. Niha ez di koma performansê de me. Ez ji dildarên werzîşê yên wekî min pêşniyar dikim ku werin vir. Bi melevaniyê re armancên min hene, ez dixwazim li Tirkiye û cîhanê xwe bi pêş bixim û pileyên bilind bi dest bixim.”

Ji perwerdekaran Mustafa Bayram jî diyar kir ku wan perwerdeya bingehîn di melevaniyê de dîtiye û antrenoran hînî wan kirine ku bi nasnameya xwe ya werzişvanî çi bikin û çawa tevbigerin.

Qeyd berdewam dikin

Kesên ku dixwazin ji kursan sûdê werbigirin dikarin bêyî sînor qeyda xwe li Beşa Îdareya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Kompleksa Sporê ya Talaytepe bikin.

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30