Â
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di çarçoveya Protokola Veberhênana Ciwan û Werzîşê de li 26 dibistanan salonên werzîşê nû kirin.
Bi Protokola Veberhênana Ciwan û Werzîşê ya ku di navbera Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên 17 navçeyan de hat îmzekirin, ji bo binesaziya werzîşê ya li navenda bajar û navçeyan bê xurtkirin, li salonên werzîşê yên dibistanan xebatên nûkirinê hatin kirin.
Daîreya Karûbarên Fenî, li Kayapinarê 8, li Yenîşehîrê 9, li Baglarê 3, li Farqînê 2, li navçeyên Erganî, Çinar, Çûngûş û Sûrê her yek dibistanek, stûnên voleybolê, kursiyên plastîk ên temaşevanan, derî û pencereyên salonên sporê nû kirin.