Şaredarî xebatên xwe bêrawestan didomîne



Tîmên îtfaiyeyê yên Diyarbekirê bi ekîbeke 120 kesî beşdarî xebatên rakirina
bermayên kavil û xirbeyan dibin. Ekîbên agirkujiyê ji bo welatiyên di bin xirbeyan de rizgar bikin bi hesasiyet xebatên xwe didomînin.
Tîmên îtfaiyeyê bi AFADê û ekîbên din ên
rizgarkirinê veroj 24 saet xebatên xwe yên li cihên qezayê didomînin.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Diyarbekirê, Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, Daîreya Park û Baxçeyan
bi kepçe, kamyon, vînç û makîneyên din ên înşaetê di rakirina gend û gelaşê de beşdar dibin.
Şorbenîsk, taştê û şîv ji 202 hezar kesî re tê dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin, pêdiviyên stargeh û xwarinê yên welatiyên ji erdhejê zirar dîtine pêk tîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, salonên werzîşê, qadên xizmetê û Navenda Çand û Kongrey
an a Sezaî Karakoç ji bo welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine veqetandin.
Ekîbên Midûriyeta Xizmetên Civakî hewcedariyên xwarinê yên welatiyên ji erdhejê zirar dîtine û wezîfedarên li herêma kavilan pêk tînin.
Şaredariya Bajarê Mezin heta niha şorbe
nîsk, taştê û xwarin pêşkêşî 202 hezar kesî li herêma erdhejê û qadên kombûnê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî mexdûr nebin dê xizmeta xwarin û vexwarinê bidomîne.
Walî Su
xebatsaxtî kirin
Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, piştî erdhejê xebatên
hildana bermahiyên xaniyên hilweşiyayî ku dewam dikin, lêkolîn kir.
Walî S
u, li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kir, der barê şûngeh, kon, cih û xebatên ku didomin de agahî da welatiyan.
Di saxtîkirina Walî Su de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî jî amade bû.
Şorbe
nîska mobîl
Sekreterê Giştî
Çîftçî, serdana komgeha Şehîd Atakan Arslan a Şaredariya Baglarê kir.
Şorbe
nîskaji aliyê ekîbên gerîde yên Şaredariya Bajarê Mezin ve têt belavkirin kontrol kir û xebat kordîne kirin.
Otobusên bajêr belaş in
Xizmeta çûna gel a bêpere ya ku bi fermana Walî û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su ji bo ku piştî erdhejê di çûn û hatinê de pirsgirêk dernekevin dest pê kir, berdewam dike.
Li gor qerara ku ji
aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hatiye dayîn otobusên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin dê heta 10ê Sibatê roja Înê saet 01.00an li bajêr bêpere di berxizmeta welatiyan de amade bin.

 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30