Hilweşandina avahiya Galerîayê

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, dest bi hilweşandina Navenda Karsaziya Galeria û cihê li jora wê ku ji ber erdhejên navenda wan Mereş e zirareke mezin dîtibû, kir.

Bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, xebatên ji bo hilweşandina 35 avahiyên ku di serî de li navçeyên Sûr, Yenîşehîr û Baglarê yên navenda bajêr hatine destpêkirin, dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de piştî bidawîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li navenda navçeya Yenîşehîrê, hilweşandina navenda Karsaziya Galerîa û hawira wê bi awayekî kontrolkirî dest pê kir.

Li qada ku tedbîrên ewlehiyê lê hatine girtin, di bin çavdêriya ekîbên pispor ên bi amûrên înşaetê de xebatên hilweşandinê dewam kirin.