Şaredarîyê xwarina germ gihand 775 hezar û 860 mexdûrên erdhejê

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo hewcedariyên xwarinê yên welatiyên ku ji erdhejê zirar dîtine ji kêliya ewil a erdhejê bi cih bîne, xwarina germ belav kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî erdhejên bi ser Mereşê de rûda pê de seferberiya alîkariyê da destpêkirin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ji lêgerîn û xilaskirinê heta belavkirina xwarinê li her derê destê alîkariyê dirêjî kesên hewcedar kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ku li 84 nuqteyên wargehên konan û cihên vehewiyana demkî bênavber xizmetê dide, rojane 3 dan xwarin jî di nav de ji 90 hezar kesî re xwarinê dide.

Şaredariya Bajarê Mezin a ku rojane xwarinên germ ji erdhejzedeyan û ekîbên herêmê re bi kamyona xwe ya gerok dide, heta niha 358 hezar û 460 xwarinên germ, 317 hezar û 800 xwarinên şorbe, 99 hezar û 600 xwarinên taştê, 43 hezar û 167 kek, 44 hezar û 484 ava fêkiyan, 37 hezar û 644 av û 24 hezar û 550 xizmetguzariyên nan dane.

Ji bo sersaxiyên welatiyên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bên danîn 5 hezar kîlo şekir û 2 hezar kîlo çay hatin belavkirin.