Çalakiya "Zarok Dîrokê Dinivîsin" bi dawî bû

 

 

 

Qonaxa ewil a projeya "Zarok Dîrokê Diafirînin" ya ku di bin banê Walîtiya Diyarbekirê û bi kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê de hatibû destpêkirin temam bû.

Projeya ku bi mebesta ku zarokên Diyarbekirê li şûna lehengên nîgaşî û sexte kesayetên hêja yên dîrokê nas bikin û hişmendiya netewî bi dest bixin, ji pirtûkan heta bûyeran, ji nameyan heta şanoyê gelek berhem hatin lidarxistin.

Di çarçoveya projeyê de li hemû dibistanên Amedê pirtûkên jiyan û çîrokên 100 kesayetên dîrokî li xwendekaran hatin belavkirin.

Li navçeya Baglarê ya ku wek herêma pîlot hat hilbijartin, li 8 dibistanan çalakî hatin lidarxistin ku şagirdan karakterê ku dixwînin lîstin.

Projeya ku li Dibistana Seretayî ya Alî Kuşçu ya Navçeya Bagcilarê dest pê kir, li Dibistana Seretayî ya Arif Emînoglu ya li Taxa Selahattîn Eyyûbî bi çalakiyekê bi dawî bû.

Bi çalakiya ku li baxçeyê dibistanê hat lidarxistin, zarokan hem tiştên ku hîn bûn nîşan dan û hem jî bi nîşandana karakterên lehengên ku dixwînin, demeke xweş derbas kirin.

Di çalakiyê de berhemên ku ji aliyê zarokên di bin bandora lehengan de hatine çêkirin hatin pêşandan.

“Dê zarokên ku dîrokê lêdikin bigehin”

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, di axaftina xwe de diyar kir ku Diyarbekir ew bajêr e ku li Anatolyayê deriyên şaristaniyê vekiriye.

Çîftçî bal kişand ku li Diyarbekirê gelek nirx hatin bilindkirin û wiha got:

“Mirovên me yên pir xweş hene. Ji me re pirtûkên dîrokî weke mîraseke girîng hiştin. Ji niha û pê ve dê li vî bajarî nirxên pir baş û zarokên ku dîrokê dinivîsînin mezin bibin. Wek Ahmed Arif, Cahit Sıtkı Tarancı, Sezai Karakoç, Ali Emiri û gelekên din. Vî bajarî her tim karên berkeftî bi encam dane û di pêşerojê de jî dê vê misyona xwe bidome.”

Çîftçî dêhna xwe da ser girîngiya projeyê û diyar kir ku wan 100 kesayetên mezin bi awayekî guncav ji zarokan re vegotine. Çîftçî diyar kir ku ji 100 kesayetên dîrokî 12 kes ji Diyarbekirê ne.

“Zarokên me bi saya projeyê dê van hêjayan nas bikin. Ew ê ji bandora çanda biyanî û çanda gelêrî xilas bibe û bi saya vê projeyê fêrî nirxên me yên rastîn, şaristaniya me, çanda me, nirx û edetên exlaqî yên şaristaniya me bibin.”

Çîftçî, diyar kir ku di çarçoveya projeyê de dê 170 hezar pirtûk bên belavkirin û ew ê xebatên berfirehtir bikin û wiha got: "Bi vê projeyê em ê bibin gaveke girîng ji bo amadekirina pêşerojeke pir berhemdar ji bo zarokên xwe."

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31