Kolana navendî ya Hanîyê hate asfaltkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li ser Cadeya Navendî ya Haniyê asfalta germ darêt û peyarê û naverêk nû kirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê di xebatên xwe de ji bo ku li navçe û taxên gundewarî ewletir û rehettir bibe sewqiyata rê, kolana navendî ya li navenda navçeya Haniyê asfalt kir.

Ekîban 2 hezar û 300 ton asfalta germ li ser cadeya 900 metre dirêj kirin, 5 hezar metrekare kevirê bazaltê lê kirin.

Ekîban ji bo ku kolan bibe xwediyê avahiyeke estetîk naverêk rêj kirin û hêşînayî lê danîn.