Çavdêriya zabiteyan ji bo marketan

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, marketên ku xwarinên bingehîn û hewcedariyên sereke li seranserê parêzgehê difiroşin, kontrol kirin.

Midûriyeta Zabitê li bazarên ku xurek û hewcedariyên bingehîn difroşin, teftîşa tarîx, paqijî, giranî û etîketan didomîne.

Di kontrola ku li tevahiya parêzgehê li 121 sûkan hat kirin de 350 berhemên ku dema wan qediyabû ji bo îmhayê hatin desteserkirin.

Midûriyeta Zabiteyan ji welatiyan xwest ku ger rastî rewşên neyînî bên, giliyên xwe ji xeta ALO 153 re ragihînin.