Xebatên li ser rêyên gundan dewam dikin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li taxên gundan xebatên çêkirina rêyan didomîne.

Midûriyeta Çêkirina Rê, Çaksazî û Koordînasyona Binesaziyê di çarçoveya xebatên ku ji bo ku li taxên gundewarî ewletir û rehettir derbas bibin hatin destpêkirin de li 17 taxên bajêr li ser rê û girêdanên taxên komê xebatên binaxe, stabîlîzator, tijîkirin û kolandinê dimeşîne.

Ekîbên ku ji bo ewlehiya çûnûhatinê ya welatiyan bigihînin asta herî jor firehiya rêyên taxên komê jî zêde kirin, ji bo xizmetguzariya herî baş 24/7 bê dayîn dixebitin.

Ekîban li ser rêya Taxa Bademliya Çermûgê 4,1 kîlometre xebatên asfaltkirina qata 1emîn kirin.

Li ser rêya Taxa Komê ya Yayvan-Soyluya Hanî 18,6 kîlometro xebatên asfaltê yên qata 1 û 2yan hat kirin.

Ekîban li ser rêya 10 kîlometre ya ku navçeya Hanî û Arîcaka Elezîzê bajaroka Ûçocakê girêdide dest bi xebatên amadekirina asfaltê kirin.

Li navçeya Yenîşehîrê rêya Taxa Terziyan-Tepeyê ya qata 1emîn xebata asfaltê 6,2 kîlometre qediya.

Çungûş Malkaya - Avut - Akbaşak koma 2yemîn xebata asfaltkirina rûyê erdê 10,2 kîlometre qediya.