Atolyeya Mobilyayên Bajêr hat vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Atolyeya Mobilyayên Bajêr ku dê tê de bi derfetên xwe mobilyayên bajêr hilberîne vekir. Hevşaredar Serra Bucak, bal kişand ser giringiya bi hev re hilberandin, sêwirandin û pêşxistina ramanan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê fîrmaya xwe MED A.Ş. de li Taxa Talaytepe ya navçeya Peyasê (Kayapinar) Atolyeya Mobilyayên Bajêr ava kir û dest bi hilberînê kir. Bi xêra vê atolyeyê, mobilyayên bajêr ên ku dê di serî de di park û baxçeyan de û li qadên jiyana civakî werin bikaranîn, ji aliyê şaredariyê ve bi derfetên navxweyî werin hilberandin. Di atolyeyê de dê gelek malzemeyên mîna çardax, maseyên pîknîkê yên bixat, sedir, bank û komên lîstikan ên zarokan werin çêkirin. Mobilyayên ku têne hilberandin dê li park, qadên pîknîkê û qadên din ên jiyanê yên ku hewcedarî pê heye werin bikaranîn.
Bo vekirina Atolyeya Mobilyayên Bajêr; Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, hevserokên şaredariyên navçeyan, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu û Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Azîz Ozdoğan beşdar bûn.
‘Berhema hişmendiya kolektîf e’
Hevşaredar Serra Bucak a ku di vekirina atolyeyê de axivî, diyar kir ku ew pir giringiyê didin vê atolyeyê û got ku Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û MED A.Ş. bi raman û potansiyela xwe xebateke kolektîf derxistine holê. Hevşaredar Bucak wiha domand:
“Kolektîfbûn û piştgiriya di vê meseleyê de, di serî de bikaranîna vî cihî bi hev re û veguhastina vî depoyî bo fonksiyoneke wiha, ji bo me pir giring û bi nirx e. Her wiha ji bo destpêka xebatê jî tiştên giring dibêje. Bi hev re hilberandin, bi hev re sêwirandin, bi hev re raman pêşxistin... Ji ber vê çendê, em Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan û dîsa daîreyên din ên di vê kampusê de wekî parçeyekî xwezayî, endamekî xwezayî yê vê xebatê dibînin; wekî xebatkar, ramanbexş û nîqaşkarê wê. Ez dixwazim bibêjim ku em giringiyê didin vê yekê.”
‘Mebesta me hilberandin û afirandina hinek nirxan e’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku atolye di asta ku bersivê bide hewcedariyên şaredariyên navçeyan de ye jî û got ku ew pir bi nirx dibînin ku berhemên cûrbecûr ên ji darên xweşik, bi qelîte û saxlem hatine çêkirin, bikaribin bersivê bidin hewcedariyên şaredariyên navçeyan. Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku di ser hilbijartina wan re du sal derbas bûn û diyar kir ku di vê pêvajoyê de wan bi hev re li ser gelek qadên ku ji aliyê qeyûman ve hatine rûxandin xebat meşandine, têkoşiyane û hewl dane ku hilberînê bikin û nirşên cûrbecûr biafirin.
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew bi heman hişmendiyê li atolyeyê dinêrin û da zanîn ku ev der ne cihê firotinê ye, qadeke ku nirş lê tên komkirin e. Hevşaredar Bucak diyar kir ku gihîştina kapasîteyeke ku têra şaredariyên navçeyan bike; nirxandina xebatên li vir têne hilberandin bi hev re daku di qadên park û baxçeyan, qadên pîknîkê, kreşan, Zarokistanan, navendên jiyana jinan, qadên xizmetê yên nû û kampusên civakî de werin bikaranîn û avakirina vê çerxê di bin banê şaredariyê de pir giring e. Hevserok Bucak anî ziman ku atolye dê di warê derxistin û pêşxistina potansiyela MED A.Ş. ya di vê pêvajoyê de jî roleke giring bilîze.
‘Bi hev re hilberandin giring e’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser giringiya hilberandina bi hev re û parvekirina ramanan a serokatiyên dayreyan û diyar kir ku şaredarîbûn, kirina karan di nav piştgiriyê de bi hişmendiyeke kolektîf û komunal nirşên giring hildigire û spasiya kesên ku keda wan tê de heye kir.
Vekirina atolyeyê hat kirin
Piştî axaftinan vekirina Atolyeya Mobilyayên Bajêr hat kirin. Paşê Hevserokan atolyeya ku dê hilberîn tê de were kirin geriyan û derbarê xebatên ku werin meşandin de agahî girtin.
