Ji bo xwendekarên ku xwe ji bo ezmûnê amade dikin piştgiriya psîkolojîk
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku beriya YKS û LGSyê motîvasyona xwendekaran zêde bike û tirs û fikarên wan ên azmûnê kêm bike, ji bo xwendekarên ku ji pirtûkxaneyan sûdê werdigirin seminer li dar xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên piştgiriyê yên di warê perwerdeyê de didomîne û li cem xwendekarên ku xwe ji azmûnan re amade dikin cih digire. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Perwerdeya Ciwanan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve, ji bo xwendekarên ku li Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmet Uzun û Pirtûkxaneya Bajêr a Amîdayê perwerdeyê dibînin, di mijara "Motîvasyon, Birêvebirina Fikar û Stresê" de seminer hatin lidarxistin.
Di semineran de ku beriya Sîstema Derbasiya Lîseyan (LGS) a ku dê di 13ê Hezîranê de û Azmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) a ku dê di 20-21ê Hezîranê de werin kirin, hat armanckirin ku xwendekar pêvajoya azmûnê bi awayekî saxlemtir, berhemdartir û bihêztir derbas bikin.
Li ser pêvajoya azmûnê agahiyên girîng hatin parvekirin
Di semineran de ku ji aliyê Psîkolog Rojda Çeçen ve hatin dayîn, zehmetiyên psîkolojîk ên ku xwendekar di heyama azmûnê de pê re rû bi rû dimînin hatin gotûbêjkirin. Her weha di semineran de li ser rêbazên rûbirûbûna fikarên azmûnê, birêvebirina stresê, parastina motîvasyonê, pêşxistina şiyana baldarî û rûniştina li ser dersê, û teknîkên piştgiriya psîkolojîk ên ku mirov dikare beriya azmûnê û di dema azmûnê de bi kar bîne, agahiyên berfireh hatin parvekirin.
Tê armanckirin ku serkeftina xwendekaran were zêdekirin
Di bernameyan de ku xwendekaran eleqeyeke mezin nîşan da, hat diyarkirin ku fikara di pêvajoya azmûnê de heta astekê tiştekî xwezayî ye, û hat destnîşankirin ku birêvebirina vê rewşê bi rêbazên rast, bandoreke erênî li ser serkeftina azmûnê dike.
Bi van seminerên ku hatine lidarxistin xwendekar xwe ji pêvajoya azmûnê re bi awayekî hişyar amade dikin, baweriya wan bi xwe bêtir dibe û tê armanckirin ku motîvasyona wan a serkeftinê bilind bibe.
