Li Sûrê seferberiya paqijiyê: 100 çopdankên nû hatin sazkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber zêdebûna qelebalixiya serdêran a li navçeya dîrokî ya Sûrê, xebatên xwe yên paqijiyê bênavber berdewam dike. Li navçeyê di hefteya dawî de 100 çopdankên nû hatin sazkirin û 50 çopdankên xirabe bi yên nû hatin guhartin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê, bi armanca xurtkirina xizmetên paqijiyê yên li navçeya dîrokî ya Sûrê ku serdêrên xwemalî û biyanî bi giranî bi kar tînin, xebatên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de di hefteya dawî de li seranserê navçeyê 100 çopdankên nû hatin sazkirin; her weha nêzî 50 çopdankên şikestî û dema wan a bikaranînê bi dawî bûbû hatin rakirin û bi yên nû hatin guhartin. Ekîb dema ku xebatên sazkirina qutiyên nû yên çopê berdewam dikin, bi armanca xurtkirina birêvebirina bermayiyan a li herêmê, 70 konteynir li Sûriçiyê bi cih kirin.
Her roj 25 kamyon bermayiyên navmalî tên komkirin
Ekîb li dijî mîqdara zêde ya bermayiyên ku li navçeya dîrokî çêdibin, her roj xebateke berfireh bi rê ve dibin. Li Sûrê her roj nêzî 25 kamyon bermayiyên navmalî (çopa malan) tên komkirin û xizmetên paqijiyê ji saetên serê sibê heta derengiya şevê bê navber tên meşandin.
Di çarçoveya xebatan de li qadê bi 96 xebatkar û 15 wesayîtên paqijiyê yên cuda, ji saet 06.00ê sibê heta 23.30ê şevê xebatên paqijiya giştî tên kirin. Di navbera saet 00.00 û 05.00ê şevê de jî şûştina peyarêyan û paqijkirina qadên avêtina çopê pêk tê.
Esnaf li ser saetên avêtina çopê tên agahdarkirin
Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê, ji bo dabînkirina mayindebûna xebatên paqijiyê bi esnafan re jî hevdîtinan dikin. Di çarçoveya xebatên agahdarkirinê de ku nêzî hefteyekê ye berdewam dikin, ekîbên teknîkî li ser saetên derxistina çopê bi esnafan re danûstandina ramanan dikin. Tê armanckirin ku di rewşên nepejirandina saetên diyarkirî de hişyariyên hewce bên kirin û paqijiya hawirdorê bê parastin.
Peyarê bi berhemên hawirdorparêz tên şûştin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku jiyana rojane û çalakiyên bazarganî yên li Sûrê asteng neke, bernameya paqijiyê di saetên ku tevgera mirovan herî kêm e de pêk tîne.
Di vê çarçoveyê de, 6 rojên hefteyê di navbera saetên 00.00 û 05.00ê şevê de peyarê bi berhemên hawirdorparêz ên bîhnleylak û dezenfektankirî tên şûştin. Di navbera saet 06.00 û 12.00ê sibê de jî rê tên avdan; xalên avêtina çopê bi berhemên bîhnleylak tên paqijkirin û dezenfektankirin.
Armanc Sûreke hîn paqij û tendurist e
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên paqijî, dezenfeksiyon û birêvebirina bermayiyan a ku li navçeya dîrokî ya Sûrê bi rê ve dibe, armanc dike ku hem ji bo welatiyan hem jî ji bo serdêran hawirdoreke hîn paqij, tendurist û jiyanbar ava bike. Bi nûkirina çopdankan, zêdekirina kapasiteya konteyniran û xebatên paqijiyê yên birêkûpêk, tê armanckirin ku xuyabûneke şayeste ji bo tevna dîrokî ya navçeyê bê parastin.
