Bi atolyeya gerok re zarok dê bi muzîkê re bên ba hev û li taxên xwe konser bidin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ve tê meşandin, dê mehekê zarokên li taxên gundewar bi muzîkê re bîne cem hev. Zarokên ku dê perwerdehiya rîtîm û muzîkê bistînin, repertuvara ku amade kirine di konserên ku dê li taxên wan bên organîzekirin de pêşkêş bikin û derkevin pêşberî temaşevanan.

Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, ji bo piştgirîkirina beşdariya zarokan a di hilberîna hunerî de, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok dide destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de ku dê di navbera 7'ê Tîrmehê û 5'ê Tebaxê de bê lidarxistin, zarok dê di çalakiyên li ser rîtîm, muzîk û hilberîna bi hev re de bên ba hev.
Li Zorava û Satê atolyeya ku dê mehekê bidome
Pêla herî berfireh a bernameyê, ji xebatên ku dê li taxên Zorava û Satê yên navçeya Sûrê bên kirin pêk tê. Di atolyeyan de ku dê nêzî mehekê bidomin, zarok dê perwerdehiya muzîkê bistînin, li ser repertuvara ku bi hev re amade kirine bixebitin û di dawiya perwerdehiyê de li taxên xwe derkevin ser dikê û performansa xwe bi temaşevanan re parve bikin.
Di vê çarçoveyê de atolye dê di 7'ê Tîrmehê de li Zoravayê, di 8'ê Tîrmehê de li Satê, di 14'ê Tîrmehê de dîsa li Zoravayê, di 15'ê Tîrmehê de li Satê, di 21'ê Tîrmehê de li Zoravayê û di 22'yê Tîrmehê de jî li taxa Satê bên lidarxistin. Bername dê di 28'ê Tîrmehê de bi Konsera Zarokan a Zoravayê û di 29'ê Tîrmehê de jî bi Konsera Zarokan a Satê bi dawî bibe.
Atolyeyên muzîkê yên gerok dê bibin taxên gundewar
Ekîbên Konservatuvara Bajêr a Aram Dîkran, di çarçoveya Atolyeya Muzîkê ya Gerok de dê li taxên gundewar ên navçeyên cuda jî bi zarokan re bên ba hev. Di çarçoveya bernameyê de li navçeya Farqînê di 7'ê Tîrmehê de li taxa Gökçetevekê û di 8'ê Tîrmehê de jî li taxa Çevriksuyê xebatên atolyeyê dê bên organîzekirin. Li navçeya Baxlarê (Bağlar) di 14'ê Tîrmehê de li Körtepe, di 15'ê Tîrmehê de li Uzunbahçe û di 17'ê Tîrmehê de jî li taxa Gömmetaşê bi zarokan re çalakiyên muzîkê dê bên kirin.
Bername dê piştî vê, li navçeya Hênê (Hani) di 21'ê Tîrmehê de li Gürbüz û di 22'yê Tîrmehê de li taxa Belenê berdewam bike. Li navçeya Lîceyê (Lice) piştî atolyeyên ku dê di 28'ê Tîrmehê de li Dernek û di 29'ê Tîrmehê de li taxa Yaprakê bên lidarxistin, qonaxa dawî ya bernameyê dê li navçeya Sûrê bi rêve bibe. Di vê çarçoveyê de di 4'ê Tebaxê de li Kozan û di 5'ê Tebaxê de jî li taxa Karabaşê zarok dê di çalakiyên muzîk û rîtîmê de bên ba hev.
Armanc xurtkirina gihîştina zarokan a ji bo hunerê ye
Di atolyeyên ku di bin çavdêriya rahînan/mamosteyan de tên kirin de, zarok dê bi xebatên muzîk û rîtîmê re hem jêhatîbûna xwe ya hunerî pêş bixin hem jî tecrubeya hilberîn û parvekirina bi hev re bijîn. Bi vê bernameyê re tê armanc kirin ku çalakiyên çand û hunerê tenê bi navenda bajêr re sînordar nemînin û bigihêjin taxên gundewar, her wiha gihîştina zarokan a ji bo hunerê bê xurtkirin.
