Bi stantên 'Çareseriya li Cih' 192 serlêdan hatin girtin, 63 daxwaz hatin çareserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku daxwaz, pêşniyar û gilî û gazincên welatiyan yekser li qadê guhdar bike, xebatên "Çareseriya li Cih" dimeşîne. Di vê çarçoveyê de li 4 navçeyên navendî û di 17 parkan de stantên “Gotin A We Ye” hatin avakirin. Di stantên ku heta niha hatine danîn, 192 serlêdan hatin girtin û ji van daxwazan 63 jê ji aliyê yekeyên peywendîdar ên şaredariyê ve di demeke kurt de hatin çareserkirin.

Ev xebat ji aliyê tîmên Çareseriya li Cih ên ser bi Serokatiya Daireya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve tê meşandin. Bi rêya stantên ku li cihên cihêreng ên bajêr tên danîn, nêrîn, pêşniyar û daxwazên welatiyan ên derbarê xizmetguzariyên şaredariyê de yek bi yek tên wergirtin. Serlêdanên ku ji aliyê welatiyan ve di qutiyên "Gotin a we ye" de tên hiştin, tên qeydkirin û ji bo nirxandinê ji serokatiyên daireyan ên peywendîdar re tên şandin.
Di vê çarçoveyê de, li stantên ku li 192 daxwaz hatin komkirin ku di nav wan de mijarên wekî dermanreşandin, paqijî, lênihêrîn-tamîrkirin, peyzaj, hewz, qadên lîstikê û dawîanîna li dagirkirina peyarêyan hene. Ji van serlêdanan 63 jê ji aliyê yekeyên peywendîdar ve hatin nirxandin û çareserkirin.
Li navçeyan bi sedan serlêdan hatin girtin
Di çarçoveya xebatên Çareseriya li Cih de daneyên li gorî navçeyan weha ne:
Baglar: Li 8 parkan stant hatin danîn, 99 daxwaz hatin girtin û 45 jê hatin çareserkirin.
Kayapinar: Li 5 parkan 51 daxwaz hatin girtin û 9 jê hatin encamdan.
Sûr: Li 3 deveran 30 serlêdan hatin komkirin û 7 jê hatin çareserkirin.
Yenişehir: Li Parka Anitê 12 daxwaz hatin girtin û 2 jê di demeke kurt de hatin bersivandin.
Tîmên Çareseriya li Cih bi welatiyan re civiyan
Tîmên Çareseriya li Cih, di çarçoveya xebatan de li Parka Halîl Îbrahîm Oruç a li navçeya Kayapinarê û li Cadeya Mehmet Uzun a li navçeya Baglarê stant vekirin û bi welatiyan re hatin cem hev.
Li stantên ku hatin avakirin, derbarê xizmetguzariyên Şaredariya Bajarê Mezin de agahî ji welatiyan re hatin dayîn û ji bo girtina yekser a daxwaz, pêşniyar û gilî û gazincan qutiyên "Gotin A We Ye" hatin bicîkirin. Welatiyên ku serdana parkan kirin, daxwaz û pêşniyarên xwe di zerfan de nivîsandin û avêtin qutiyan. Tîmên Çareseriya li Cih jî hemû serlêdan qeyd kirin û ji yekeyên peywendîdar re şandin. Di van xebatan de zarokan jî daxwaz û pêşniyarên xwe gihandin stantên şaredariyê.
Armanc lezdarkirina pêvajoyên çareseriyê ye
Bi xebatên Çareseriya li Cih re tê armanckirin ku bendewarî û daxwazên rûniştvanên bajêr ên derbarê xizmetên şaredariyê de yekser li qadê bên girtin, bi lez bigihêjin yekeyên peywendîdar û pêvajoyên çareseriyê bi awayekî çalaktir bên meşandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî hişmendiya xizmetguzariya li ser bingeha welatiyan, dê li xalên cihêreng ên bajêr xebatên bi vî rengî yên qadê bidomîne û bi taybetî li wan cihan ku welatî lê zêde ne, guhdarîkirina li pirsgirêk, daxwaz û pêşniyaran a li cih berdewam bike.
