Rêyên ku 10 sal in li Baglarê xizmet nedîtine tên nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Baxcilarê di tora rêyan a 8 hezar metreyî de ku 10 sal in xizmet nedîtiye, rijandina 27 hezar ton asfaltî temam kir. Şaredarî dê di guzergeha 8 hezar û 500 metreyî de jî nêzî 30 hezar ton asfaltê din birije û rêyan nû bike. Esnafan diyar kir ku bi zêdebûna konfora gihandinê re pirsgirêkên ji ber toz, rêyên xerabe û trafîkê heta asteke mezin ji navê rabûne û kêfxweşiya xwe ya ji bo van xebatan anîn ziman.

Serokatiya Daireya Avakirin, Lênihêrîn û Tamîrkirina Rêyan, bi destpêkirina sezona asfaltê re di 2yê Hezîranê de, xebatên xwe yên nûkirina asfaltê li wan rêyên navenda bajêr ku 10 sal in xizmet nedîtine, bênavber didomîne. Di çarçoveya van xebatan de ku armanc dikin gihandina navbajar ewletir û konfêrtir bikin, li Taxa Baxcilar a navçeya Baglarê beşekî girîng hat temamkirin û li guzergehên nû jî xebat berdewam dikin.
27 hezar ton asfalt hat rijandin
Di çarçoveya bernameya asfaltê de li Taxa Bagcilarê; li Cadeya Yenîhalê, Cadeya Amîdê, cadeyên Karanfil 6, 7, 8, 10 û 11an û li kuçeyên 1056, 1077, 1097, 1097/1 û 1128an xebatên rijandina asfaltê hatin temamkirin. Di vê tora rêyan a ku dirêjahiya wê bi giştî 8 hezar metre ye de 27 hezar ton asfalt hat bikaranîn.
30 hezar ton asfaltê din jî dê bê rijandin
Xebat li Cadeya Newrozê û li kuçeyên 1024, 1101, 1169, 1175, 1149, 1154, 1200, 1204, 1181, 1214, 1205 û 1219an berdewam dikin. Di vê guzergeha ku dirêjahiya wê bi giştî 8 hezar û 500 metre ye de dê nêzî 30 hezar ton asfalt bê rijandin.
Bi vî rengî, di çarçoveya sezona asfaltê de li Taxa Baxcilarê di tora rêyan a bi giştî 16 hezar û 500 metreyî de dê 57 hezar ton asfalt bê rijandin.
‘Gihandin rehet bû, pirsgirêka tozê çareser bû’
Xebatên asfaltê yên hatine kirin ji aliyê esnafên taxê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Esnafan diyar kir ku ji ber rêyên xerabe demeke dirêj e di gihandin û çalakiyên bazirganiyê de rûbirûyî pirsgirêkan mane; bi xêra rêyên nûbûyî konfora gihandinê zêde bûye û zehmetiyên ji ber toz û rêyên xerabe heta asteke mezin ji holê rabûne. Esnafan anî ziman ku ew li benda temamkirina xebatan a di demeke kurt de li cade û kuçeyên din ên taxê ne.
‘10 sal bûn li vê herêmê xebata asfaltê nehatibû kirin’
Habîp Kaymaz ku li Cadeya Karanfil 10an esnaftiyê dike, diyar kir ku xebata asfaltê ya hatiye kirin tevkariyeke girîng li herêmê kiriye û got: "Şaredariya me xebateke gelekî xweş a asfaltê kir. Em ji ber vî xizmetî gelekî şa bûn. Em dixwazin xebat berdewam bikin."
Kaymaz da zanîn ku ji ber hevrûbûna astên peyayan û asfaltê, di hewayên baranbar de av dirije ser peyarêyan û daxwaz kir ku bi taybetî ji bo ewlehiya jin û zarokan astengên kêmkirina lezê (kasis) û tevdîrên trafîkê bên girtin.
Esnaf Tariq Kavmaz jî diyar kir ku nêzî 10 sal bûn li herêmê xebata asfaltê nehatibû kirin û bi nûkirina rêyan re mişterî ji nû ve dest bi hatina herêmê kirine. Kavmaz anî ziman ku ji ber rêyên xerabe hem mişterî hem jî wesayît rûbirûyî zehmetiyên mezin dibûn û weha axivî: "Piştî xebata asfaltê ya dawî, mişterî bi rehetî tên û danûstandina xwe dikin. Em hêvî dikin ev xebat berdewam bikin. Em ji xebatên asfaltê yên hatine kirin razî ne."
‘Pirsgirêka toz û axê bi dawî bû’
Karsaz Kadîr Acar jî destnîşan kir ku xebatên asfaltê xizmeteke wisa bûn ku demeke dirêj e li bendê bûn û got ku tîmên şaredariyê tevî hewaya germ jî bi fedaqarî dixebitin. Acar anî ziman ku "Berê li van deran ji ber toz û axê rê nedihat dîtin."
Esnaf Mustafa Guneş jî diyar kir ku bi nûkirina rêyan re gihandin hêsan bûye û qeza kêm bûne û got: "Mirov diçin û tên, mişteriyên me dikarin wesayîtên xwe bi rehetî park bikin. Em gelekî spasiya şaredariya xwe dikin."
‘Çêbûna rêyan alîkariya karê me kir’
Esnaf Huseyîn Bîngol jî anî ziman ku bi nûkirina rêyan re ewlehiya trafîkê zêde bûye û pirsgirêka parkkirinê heta asteke mezin çareser bûye. Bîngöl diyar kir ku ji ber rêyên xerabe hem wesayîtan nediwestiyabû herêmê bi kar bînin hem jî toza çêdibû bandoreke neyînî li esnafan dikir û weha got: "Tîman rêyên me nû kirin. Niha em gelekî razî ne. Dema rê xerabe bin, hemû esnaf bandor dibin. Çêbûna rêyan tevkariyeke baş li karê me kir."
