Çalakiya moralê ji bo zarokên li Serwîsa Onkolojiyê ya Zarokan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi çalakiya ku ji bo zarokên li Beşa Onkolojiyê ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedînê Eyûbî tên dermankirin li dar xist, piştgiriya moralê nîşanî nexweşên piçûk da.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta bilindkirina moral û motîvasyona wan zarokên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê tên dermankirin, xebatên xwe yên piştgiriya civakî didomîne. Ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel ve, li gorî daxwazên malbat û zarokan, ji bo zarokên ku li Beşa Onkolojiyê ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedînê Eyûbî radizên, çalakiyeke taybet hat lidarxistin.
Ji bo zarokan hacetên qirtasiyeyê hatin belavkirin
Di çalakiyê de ku bi mebesta moraldayîna zarokên bi nexweşiya penceşêrê re rûbirû ne û tên dermankirin, ji aliyê tîman ve hacet û kelûmelên curbecur ên qirtasiyeyê ji bo zarokan hatin belavkirin. Tîmên ku di çarçoveya çalakiyê de ligel xebatkarên tenduristiyê û malbatan jî hatin cem hev, li ser pêvajoya dermankirina zarokan sohbet kirin û peyamên piştgirî û hevkariyê dan.
Zarokan bi çalakiyan wexteke xweş derbas kirin
Zarokên ku bi hacetên qirtasiyeyê yên hatine belavkirin çalakiyên curbecur kirin, derfet dîtin ku di hawirdora nexweşxaneyê de wexteke xweş derbas bikin. Zarokên ku bi xêzkirina rism û çalakiyên cuda wext buhurandin, hem kêf kirin hem jî bi beşdarbûna çalakiyên civakî moral girtin.
Spasdarî ji malbatan
Dema ku çalakiyê armanc dikir ku di pêvajoyên dermankirinê de piştgiriya moral û motîvasyona zarokan bike, malbatan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anîn ziman û spasiya şaredariyê kirin.
