Rûyê Rêya Mêrdînê bi 23 hezar riwekên nû diguhere
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên şînkayiyê de ku li ser guzergeha 14 kîlometreyî ya Rêya Navbajar a Mêrdînê (ku yek ji dergehên herî girîng ên bajêr e) dimeşîne, heta niha 3 hezar dar û 20 hezar devî (teraş) çandin. Di çarçoveya xebatên ku armanc dikin ketina bajêr bînin ser dîmenekî estetîktir, şîntir û birêkûpêktir de çandina dar û deviyan berdewam dike; her wiha serastkirina derdorê û çêkirina rêyên peyayan jî bi hevdemî bi rê ve diçin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, xebatên xwe yên peyzaj û darçandinê yên ku bi mebesta anîna xalên ketin û derketina bajêr a ser dîmenekî şîntir û estetîktir dabû destpêkirin, didomîne. Di vê çarçoveyê de, bi xebatên ku li ser Rêya Navbajar a Diyarbekir-Mêrdînê, li ser guzergaha Taxa Palûkê tên meşandin, ev herêm vediguhere korîdoreke şîn a berfireh.
Li ser vê guzergaha ku berê karên serastkirina refûjan, çêtirkirina axê û amadekirina binesaziyê lê hatibûn kirin, niha jî xebatên gur ên rûbarê riwekan tên meşandin. Bi rêkûpêkkirinên ku li ser xeta vê rêyê (ku yek ji wan xalan e ku pêşî ji aliyê ziyaretvanên ji derve tên ve tê dîtin) tên kirin, armanc ew e ku dergehê ketina Diyarbekirê nasnameyeke moderntir û estetîktir bi dest bixe.
Li ser guzergaha 14 kîlometreyî 23 hezar riwek hatin çandin
Di çarçoveya xebatan de li ser guzergaha rêyê ya 14 kîlometreyî heta niha bi giştî 23 hezar riwek hatine çandin. Ji aliyê tîman ve 3 hezar dar û 20 hezar devî xistine zikê axê. Di xebatên ku tê de cureyên guncanî şert û mercên avhewayê yên herêmê û temendirêj hatine tercîhkirin de; darên wekî tû, oya, şorik, serwiya şîn, mirtila herdemesk (piramit alev), sincê pîramîdî û darên zeytûnê hatin bikaranîn. Bi mezinbûna daran re, li ser guzergaha rêyê dê hem qadên sîdar çêbibin hem jî dîmenekî guncanî tevna xwezayî ya bajêr bê dabînkirin.
Di cureyên cuda de 20 hezar devî hatin çandin
Di çarçoveya xebatên şînkayiyê de qoriyên rê û qadên guncan; bi cureyên deviyan ên mîna gîsk, şimşar, teflan, gul û şîlan (zakkum) tên xemilandin. Bi saya van riwekên ku dê di dirêjahiya werzê de reng û şêweyên cuda pêşkêş bikin, armanc zêdekirina dewlemendiya dîtbarî ya guzergahê ye.
Bi taybetî rênivîsên ku bi deviyên herdemesk û riwekên peyzajê yên rengîn hatine avakirin, dê wan welatiyên ku bi rêya bejayî tên Amedê, bi dîmenekî estetîk pêşwazî bikin.
Xebatên serastkirina derdorê berdewam dikin
Tîmên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bilî çandina dar û deviyan, xebatên serastkirina derdorê jî didomînin. Di çarçoveya xebatan de ku bi mebesta parastina tevna xwezayî ya li herêmê tên meşandin, rêyên peyayan, serastkirina axê û sepanên peyzajê bi baldarî tên pêkanîn.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku korîdorên ketina bajêr bêtir şîn, birêkûpêk û jiyanbar bike, dê di pêvajoya pêş de jî li ser Rêya Navbajar a Diyarbekir-Mêrdînê xebatên xwe yên çandina dar û deviyan bidomîne.
