Kontrolkirina klîmayan di wesayîtên veguhastina giştî de
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi zêdebûna germahiya hewayê re, bi mebesta ku welatî di wesayîtên veguhastina giştî de bi awayekî saxlemtir, ewletir û rehettir geştê bikin, li seranserê bajêr dest bi kontrolkirina klîmayan kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber germahiya ku di mehên havînê de zêde dibe, kontrolên xwe yên ji bo parastina rehetiya rêwiyan a di wesayîtên veguhastina giştî de zêdetir kirin. Li pişkinînên ku ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabiteyan a ser bi Serokatiya Daîreya Zabiteyan ve li xalên cuda yên navenda bajêr hatin kirin, hat kontrolkirin ka di hemû wesayîtên veguhastina giştî de sîstemên klîmayê tên xebitandin an na.

Tîmên ku daxwaz û giliyên welatiyan jî li ber çavan girtin, di lêkolînên xwe yên di hundirê wesayîtan de kontrol kirin ka şofêr li gorî rêziknameya veguhastina giştî tevdigerin an na. Di dema kontrolan de, ji bo ku sîstemên klîmayê bi awayekî çalak bên xebitandin, germahiya hundirê wesayîtê di asteke wisa de be ku bandoreke neyînî li rehetiya geşta rêwiyan neke û pabendbûna bi bendên rêziknameyê re, agahî û rênimayî ji şofêran re hatin dayîn.
Ji bo şofêrên ku li gorî rêziknameyê naajon, hişyarî
Di kontrolan de ku li seranserê bajêr tên birêvebirin, armanc pêşîgirtina li sepanên li dijî rêziknameya wesayîtên veguhastina giştî ye; di vê çarçoveyê de ji bo şofêrên ku kêmasî di wesayîtên wan de hatine tespîtkirin, hişyariyên pêwîst hatin kirin. Tîman ji şofêran xwest ku di wextê herî kurt de kêmasiyên xwe çareser bikin.
Ji bo kesên ku klîmayê venakin, dê kiryarên qanûnî bên sepandin
Di agahdarkirinê de ku ji aliyê tîmên zabiteyan ve hat kirin, hat bibîrxistin ku di werza havînê de bikaranîna klîmayê di wesayîtên veguhastina giştî de neçarî (mecbûrî) ye. Hat diyarkirin ku tevî bendên rêziknameyê, li dijî ew şofêrên ku klîmayê nexebitînin, di çarçoveya qanûnên pêwendîdar de rênivîs û kiryarên qanûnî dê bên sepandin.
Kontrol dê berdewam bikin
Serokatiya Daîreya Zabiteyan ragihand ku bi mebesta ku welatî karibin bi awayekî biqalitetir û rehettir ji xizmetguzariyên veguhastina giştî sûdê wergirin, ev pişkinîn û kontrol li seranserê bajêr dê bi rûpîvî berdewam bikin.
Giliyên xwe bigihînin ALO 153yê
Tîman destnîşan kir ku ew welatiyên ku di wesayîtên veguhastina giştî de rûbirûyî pirsgirêka nevekiriina klîmayê yan jî pirsgirêkên mîna vî dibin, dikarin daxwaz, daxwazkarî û giliyên xwe di ser Xeta Piştgiriyê ALO 153 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re ragihînin. Bi vî rengî hat diyarkirin ku li gorî daxuyaniyan û agahdarkirinên ku ji welatiyan tên, lêkolîn û kontrolên pêwîst dê bi lezgînî bên encamdan.
