Li Qerejdaxê têkiliya rasterast bi welatiyan re, li şûnê lêgerîna çareseriya pirsgirêkan
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Taxa Darebiya Qerejdaxê bi welatiyan re hatin cem hev, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kirin û li herêma daxuşîna axê pêk hatî lêkolîn kirin. Hevserokan destnîşan kir ku dê ji bo pirsgirêka ava vexwarinê çareseriyên mayînde bên hilberandin û tespîtkirina pêdiviyên taxên gundan li şonê bê kirin û pêvajoya çareseriyê berdewam bike.

Hevdîtinên Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ên ku bi welatiyan re li navenda bajêr û taxên gundan têkiliya rasterast datînin û daxwaz û pêşniyarên wan guhdar dikin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, hevdîtinên ku bi armanca zêdekirina tevlibûna di rêveberiya bajêr de û tespîtkirina pêdiviyên taxan û hilberandina çareseriyan tên kirin, li herêma Qerejdaxê ya navçeya Peyasê berdewam kirin.
Bo hevdîtina ku li Taxa Darebîyê pêk hat; Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên meclîsê, serokên daîreyan û muxtarên taxan beşdar bûn.
Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Welatiyên ku di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin; pêdiviyên xwe yên pêşîn ên wekî rê, binesazî, ava vexwarinê, avdana ajaldarî û çandiniyê, elektrîk û qadên jiyana gundan anîn ziman. Welatiyan bal kişandin ser gola avdanê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya polîtîkayên piştgiriya pêşvebirina gundan û çandiniyê de li herêmê xistiye fealiyetê, diyar kirin ku ev xizmetguzarî ji bo çandinî û ajaldariyê bûye ava jiyanê û spasiya Hevşaredaran kirin.
Li herêma herfîna axê (heyelan) li şûnê lêkolîn
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun beriya hevdîtinê serdana herêma ku golên taxê lê ne û di mehên borî de herfîna axê (heyelan) lê qewimîbû kirin û li gel komên teknîkî li qadê lêkolîn pêk anîn. Welatiyan diyar kir ku herfîna axê ya ku qewimiye, bi xêra destwerdana bilez a şaredariyê re rû bi rûyê tu zirarê nebûne.
Hevşaredar Bucak: Em ê çavkaniyên xwe yên binê erdê biparêzin
Hevşaredar Bucak di hevdîtina bi welatiyan re axivî, destnîşan kir ku gihîştina ava paqij mafekî mirovan e û xebatên şaredariyê yên di vê mijarê de bi tevahiya leza xwe berdewam dikin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser xebatên sondajê yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê tên meşandin û weha got: “Di xebatên xwe yên sondajê de em heta 400-500 metreyan daketin jêr, lê belê me hîn negihîştiye avê. Niha em ê hîn kûrtir dakevin. Lê gava em vê yekê dikin, em nikarin bi kolandina sondajan a serberdayî, rezervên xwe yên avên binê erdê bixurînin. Em bi awayekî plankirî û bernameyî bi pêş ve diçin û em ê projeyeke baş çêbikin.”
Hevşaredar Hatun: Komên me bi awayekî bênavber xebatan dimeşînin
Hevşaredar Hatun jî diyar kir ku komên şaredariyê bi hemû derfetên xwe ve xebateke bênavber dimeşînin, bal kişand ser rastiya krîza avhewayê û hişkesalîyê û banga hevkariyê kir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku di xala bikaranîna berdar a çavkaniyên avên binê erdê de divê welatî jî tevdîrên kesane bigirin û weha axivî: “Gihandina xizmetên bingehîn ên wekî ava vexwarinê, binesazî û gaza xwezayî bo cihên niştecihbûnê yên belavbûyî, hem dibe sedema îsrafa cidî ya çavkaniyên giştî hem jî ji aliyê lojîstîkî ve pêvajoyê zehmet dike. Heke em xaniyên xwe nêzî hev, bi komî û li qadên plankirî ava bikin, şaredarî dikare xizmetguzariyan pir zûtir, bi kalitetir û bênavber bigihîne we.”
Di hevdîtinê de daxwazên welatiyan yek bi yek hatin nîşankirin û ji bo çareseriyê ji serokatiyên daîreyan ên têkildar re hatin şandin. Hevşaredar Bucak û Hatun diyar kirin ku ew ê hevdîtinên xwe yên gel ên ku li herêmên cuda yên bajêr pêk tînin berdewam bikin û bal kişandin ser girîngiya têkiliya rasterast a bi welatiyan re ji bo tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkan li şûnê.
