Panela ‘Werziş, Nasnameya Bajêr, Aborî û Aştiya Civakî’ hat lidarxistin
Ji hêla Meclîsa Werzişê ya Konseya Bajêr a Amedê ve, bi armanca ku rola werzişê ya di jiyana bajar de bi aliyên wê yên cihêreng binirxînin, panelek bi navê “Werziş, Nasnameya Bajêr, Aborî û Aştiya Civakî” hat lidarxistin. Parlementer, akademisyen, Hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî panela ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin bûn.

Di panelê de, bandora werzişê ya li ser avabûna nasnameya bajêr, tevkariya wê ya di geşedana aborî de û rola wê ya di xurtkirina aştiya civakî de bi aliyên cihêreng hatin nirxandin. Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku werziş ne tenê qada pêşbaziyê ye, di heman demê de amûreke girîng e ku piştgiriya civakî xurt dike û çanda jiyana hevpar diparêze.
Di çarçoveya bernameyê de, di beşa destpêkê de mijara “Werziş û Hafizaya Bajêr” hat nirxandin. Piştî wê, di rûniştina yekem de bi sernavên “Amed dê bi lîga herî bilind re çi bi dest bixe?”, “Gelo Amedspor tenê klûbek e?” û “Li dijî Cûdakariya di Werzişê de Têkoşîna Hevpar” pêşkêşî û nirxandin hatin kirin.
Di panelê de her weha li ser polîtîkayên werzişê yên rêveberiyên herêmî, pêşxistina hevkariya zanîngeh û werzişê, bandora werzişê ya li ser ciwanan û potansiyela Diyarbekirê ya ji bo bibe bajarekî werzişê fikr û raman hatin pevguhartin. Belavkirina çanda werzişê ya li bajêr, zêdekirina gihîştina çalakiyên werzişê û tevkariyên werzişê yên ji bo pêşkeftina civakî jî di nav sernavên berbiçav ên rûniştinan de bûn.
