Di avahiya Şaredariya Bajarê Mezin de tatbîkata erdhej û şewatê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bilindkirina asta amadebaşiya li hemberî karesat û rewşên awarte yên gengaz, di avahiya xwe ya xizmetê de tatbîkateke berfireh a erdhej û şewatê pêk anî. Di tatbîkatê de veguhastina karmendan, destwerdana li şewatê, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û pêkanînên alîkariya pêşîn di çarçoveya senaryoyê de bi serkeftî hatin cîbicîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a bi Hejmara 6331an de, li gorî rêziknameya “Planên Rewşa Awarte, Têkoşîna li Dijî Şewatê û Alîkariya Pêşîn”, di avahiya xwe ya xizmetê de tatbîkata erdhej û şewatê li dar xist. Tatbîkata ku di bin koordînasyona Yekeya Tenduristî û Ewlehiya Kar a ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve hat lidarxistin, bi xebata hevpar a Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê û Serokatiya Daîreya Karên Karesatê hat encamdan. Berî tatbîkatê, di Salona Civînan a Meclîsa Şaredariyê de ji bo personelan civîneke perwerde û agahdarkirinê hat çêkirin.
Tatbîkatê nîv saetê ajot
Di çarçoveya tatbîkatê de ku saet di 10.07an de dest pê kir û nêzî nîv saetê ajot, senaryoya erdhejeke gengaz û şewata piştî wê hat zindîkirin. Li gorî senaryoya amadekirî, ew rêbazên ku divê fermanber di rewşên awarte de bişopînin, bi awayekî pratîkî hatin ceribandin.
Tatbîkat ji aliyê Sekreterê Giştî Bakiroglu ve hat birêvebirin
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu, di tatbîkatê de wekî rêveberê rewşa awarte cih girt û xebat bi rê ve birin. Alîkarên Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Zerîn Turk û Azîz Ozdogan, ligel Serokê Daîreya Karên Karesatê û Rêveberiya Rîskê Azad Yildiz wekî alîkarên rêveberê rewşa awarte wezîfe girtin.
Di tatbîkatê de serokên daireyan ên ku di avahiya xizmetê ya şaredariyê de dixebitin berpirsyariya rêveberiya tîman girtin ser xwe; her wiha tîmên vemirandin, rizgarkirin, parastin û alîkariya pêşîn ên ku di plana rewşa awarte de cih digirin jî roleke çalak lîstin.
Xebatkar bi awayekî ewle hatin veguhastin
Li gorî senaryoya tatbîkatê, piştî erdhej û şewatê veguhastina ewle ya fermanberên di avahiyê de hat kirin. Di tatbîkata ku rêbazên derketina awarte lê hatin sepandin de, xebatker ber bi qadên kombûnê ve hatin şandin û koordînasyona tîman jî hat çavdêrîkirin.
Pêkanînên lêgerîn-rizgarkirin û alîkariya pêşîn hatin kirin
Di çarçoveya tatbîkatê de xebatên vemirandina şewatê, çalakiyên lêgerîn-rizgarkirinê û destwerdanên pêşîn ên ji bo birîndaran hatin kirin. Li gorî senaryoyê, ji aliyê tîmên alîkariya pêşîn ve li ser cihê bûyerê destwerdan li xebatlarên birîndar hat kirin. Dema ku birîndar bi sedeyan ber bi ambûlansê ve dihatin veguhastin, pêvajoyên destwerdana tîmên tenduristiyê yên di rewşên awarte de jî bi awayekî pratîkî hatin ceribandin.
Tîmên îtfaiyeyê destwerdan li şewatê kirin
Yek ji qonaxên giring ên tatbîkatê jî xebatên destwerdana li şewatê bûn. Wesayîtên îtfaiyeyê yên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, destwerdan li ew şewata ku li gorî senaryoyê derketibû kirin û pêvajoya vemirandinê pêk anîn. Di heman demê de, ji bo rizgarkirina fermanberên ku di hundirê avahiyê de asê mabûn, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê xebat meşandin. Kesên ku di qatan de asê mabûn, di demeke kurt de ber bi qadên ewle ve hatin veguhestin.
Bi vê tatbîkatê re, kapasîteya amadebaşiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li hemberî erdhej, şewat û rewşên din ên awarte yên gengaz hat çavdêrîkirin û hat armanckirin ku şarezayiya karmendan a ji bo tevgerîna rast û bilez a di dema karesatê de bête pêşxistin.
