Di têkiliyên gel de koordînasyona qada hevpar tê xurtkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo daxwaz û giliyên welatiyan di demeke kurttir de werin çareserkirin, koordînasyona qada hevpar a bi şaredariyên navçeyan re xurtir dike. Di vê çarçoveyê de, bi rêya tîmên koordînasyonê yên ku werin avakirin, tê armanckirin ku pirsgirêkên li qadê tên tespîtkirin zûtir ji yekeyên têkildar re werin ragihandin û pêvajoyên çareseriyê çalak bibe.

Di navbera Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yekeyên têkiliyên gel ên şaredariyên navçeyan de civîneke koordînasyonê hat lidarxistin. Civîn li Salona Civînan a Şaredariya Bajarê Nû hat kirin; rêveberên têkiliyên giştî û endamên meclîsê yên Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên Sûr, Peyas, Rezan û Bajarê Nû, her wiha Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) beşdarî civînê bûn.
Li her navçeyê dê tîmên koordînasyonê werin avakirin
Di civînê de, ji bo daxwaz û giliyên ji qadê tên bi awayekî çalak werin şopandin û di demeke kurttir de çareserî ji pirsgirêkên welatiyan re werin dîtin, biryar hat girtin ku li her navçeyê tîmên koordînasyonê werin avakirin. Ev tîmên ku bi piştgiriya xebatkarên şaredariyên navçeyan werin avakirin, dê pirsgirêkên li qadê tespît bikin, ji yekeyên têkildar re ragihînin û pêvajoya çareseriyê zûtir bikin.
Bi xebata hevpar re dê pêvajoyên çareseriyê bilez bibin
Hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di warê rê, dermanrijandin, dagirkirina cihan (îşgalkirin) û mijarên mîna van de, dê di navbera serokatiyên daîreyan ên têkildar û şaredariyên navçeyan de xebateke hevpar û hevdeng were meşandin.
Di civînê de her wiha, ji bo xurtkirina ragihandina navbera yekeyên têkiliyên gel, lezkirina herikîna agahiyan a di navbera saziyan de û bersivdana zûtir a serîlêdanên welatiyan, nirxandinên berfireh hatin kirin.
