Hevşaredar Hatun: Pêwîst e Kurdî di her qada jiyanê de bigihîje statuya ku heq dike
Di Konferansa Zimanê Kurdî de ku Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdar bûn, mijara parastin, pêşxistin û bihêzkirina zimanê dayikê di her qada jiyana civakî de hat gotûbêjkirin. Hevşaredar Hatun ê ku di konferansê de axivî, bal kişand ku ziman nasname, hafize û kevirê bingehîn ê hebûna gelekî ye û diyar kir ku divê Kurdî ji perwerdeyê heta hunerê, ji wêjeyê heta jiyana giştî di her qadê de bigihîje statuya ku heq dike.

Konferansa Zimanê Kurdî ji aliyê Saziyên Ziman ên Demokratîk ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî konferansê bûn.
Hevşaredar Hatun: Zimanê me kevirê bingehîn ê hebûna me ye
Hevşaredar Dogan Hatun ê ku di konferansê de axivî, diyar kir ku ew pir bi rûmet û serbilind e ku di vê konferansa ji bo paşeroja ziman û siberoja gel hatî lidarxistin amade ye û got: "Zimanê me kevirê herî bingehîn ê hebûn û nasnameya me ye. Em bi vê hişmendiyê her kesê xwedî li zimanê me derdikeve bi rêz û hurmet silav dikin."
'Em bi zindîhiştina zimanê xwe li ber xwe didin'
Hevşaredar Hatun bal kişand ser polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û zextê yên ku zêdetirî sed salan e li ser ziman tên meşandin û her ku diçe girantir dibin û wiha axivî:
"Li her çar aliyên erdnîgariya me, axaftina azad a Kurdan a bi zimanê xwe tê astengkirin û tê xwestin ku ber bi tunebûnê ve bên birin. Tunekirina zimanê me, tê wateya ji navbirina hafize, çand û hebûna gelekî. Em li dijî van zextan, bi zindîhiştina ziman û çanda xwe li ber xwe didin."
'Divê di her qada jiyanê de statuyê bi dest bixe'
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku xebatên ku sal û nîveke dawî hatine destpêkirin û hêviyên paşerojê şîn dikin, vîna gel a avakirina siberoja xwe bi zimanê xwe nîşan dide û got: "Armanca me ne tenê ew e ku zimanê me di malên me de were axaftin; armanc ew e ku di perwerde, huner, wêje û her qada jiyanê de statuya ku heq dike bi dest bixe. Bidestxistina statuyeke fermî û yasayî ya zimanê me, mafê me yê herî xwezayî ye."
Hatun destnîşan kir ku ji bo vê yekê tenê bendewariya ji saziyan an jî dewletê têrê nake, divê her kes di qadên jiyana xwe de, li kolan, bazar û malên xwe xwedî li ziman derkeve û wiha pê de çû: "Divê em têkiliya navbera xwe de, bi dewlemendiyên zimanê xwe ava bikin."
Hatun got, "Barîkata herî mezin a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, hilberîn û nivîsandina bi zimanê xwe ye" û axaftina xwe wiha domand: "Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî di serdemên herî dijwar de kovar û pirtûkên Kurdî derxistin û mîrateya nivîskî ya vî zimanî gihandin îro. Îro em jî berpirsiyar in ku vê mîrateya ku wan hiştiye bêtir bi pêş bixin."
'Em ê bi piştgiriya hev kêmasiyan derbas bikin'
Hevşaredar Hatun bal kişand ser nirxê nêrîn, pêşniyarên çareseriyê û nîqaşên ku di konferansê de hatine kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi kêmasiyên xwe dizanin; lê belê bi biryardarî û piştgiriya hev, em ê van kêmasiyan derbas bikin û zimanê xwe bigihînin cihê ku heq dike. Ez bawer dikim ku ev konferans dê di riya azadbûna zimanê me û bidestxistina statuya ku heq dike de bibe dengekî xurt."
