DÎSKÎ li Taxa Kooperatîfê ya Bîsmîlê Tora Kanalîzasyonê ya 10 Hezar metreyî çêdike
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo girtina kêmasiya binesaziyê ya ku ji ber zêdebûna nifûsa Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bîsmîlê derketiye holê, xebata avakirina tora kanalîzasyonê ya nêzî 10 hezar metreyî da destpêkirin

Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li Taxa Kooperatîfê ya ku salên dawî de nifûsa wê bi lez zêde dibe, xebatên kanalîzasyonê dimeşîne. Di çarçoveya xebata ku di bin koordînasyona Midûriyeta Şaxa Bîsmîlê ya ser bi Serokatiya Daîreya Herêma 1'emîn a Karsaziyan de tê meşandin de, li wan herêmên ku binesaziya heyî têrê nake, tora kanalîzasyonê ya nû tê avakirin.
Zêdebûna Nifûsê Kêmasiya Binesaziyê Kûrtir Kir
Li taxa ku nêzî 4 hezar û 500 kes lê dijîn û zêdetirî hezar malbat tê de hene, pergala kanalîzasyonê ya heyî di nava salan de ji ber zêdebûna nifûsê û berfirehbûna qadên rûniştinê, êdî nekarî hewcedariyan bi cih bîne. Ji ber vê yekê ji aliyê DÎSKÎ’yê de projeya tora kanalîzasyonê ya nû hate amadekirin.
Ji bo amadekirina projeyê, ji aliyê tîmên nexşe û topoğrafyayê yên ser bi Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avahiyan ve li herêmê xebatên hûrgulî yên qadê hatin kirin. Di encama daneyên hatin bidestxistin de, projeyek hate amadekirin û di çarçoveya vê projeyê de li kolanên nav taxê û ser rêyên sereke avakirina binesaziya kanalîzasyonê ya nû dest pê kir.
Toreke Nû ya Nêzî 10 Hezar Metreyî Tê Avakirin
Li gorî xebatên qadê û hesabên endezyariyê, li taxê xeta kanalîzasyonê ya nêzî 8 hezar û 500 metreyî ku kolan û rêyên sereke dihewîne hate plankirin. Tê pêşbînîkirin ku tevî girêdanên aboneyan, dirêjahiya binesaziyê bi giştî bigihêje nêzî 10 hezar metreyî.
Di çarçoveya xebatên ku di 5’ê Gulanê de dest pê kirin de, heta serê meha Hezîranê çêkirina 5 bîrên kanalîzasyonê (baca) bi dawî bû û xeta nêzî 350 metreyî hate raxistin. Tîm, li gorî bernameya diyarkirî xebatên xwe berdewam dikin.
Bi temamkirina vê veberhênanê re tê armancandin ku li taxê xizmetguzariyên kanalîzasyonê bi awayekî saxlemtir û domdartir bên meşandin, rîskên jîngehê bên kêmkirin û welatî ji xizmetguzariyên binesaziyê yên bihêztir sûdê wergirin.
'Em Armanc Dikin Ku Bikaranîna Foseptîkê Bi Dawî Bibe'
Midûrê Şaxa Bîsmîlê ya DÎSKÎ’yê Ferat Ozer, derbarê xebatên ku hatine destpêkirin de agahî dan û diyar kir ku pergala kanalîzasyonê ya heyî ya li taxê, nêzî 20 sal berê li gorî nifûseke kêm hatibû çêkirin.
Ozer destnîşan kir ku nifûs di nava salan de gelekî zêde bûye û weha got:
"Pergala ku berê li gorî nifûsa nêzî 500 kesî hatibû plankirin, îro nikare hewcedariyên nifûsa ku gihîştiye 4 hezar û 500 kesî bi cih bîne. Ji ber ku li hin herêman bikaranîna foseptîkê (çalên gemarê) berdewam dikir, veberhênaneke nû ya binesaziyê pêwîst kir."
Ozer da zanîn ku wan li seranserê taxê plansaziyeke berfireh meşandiye û got: "Li gora projeya ku di encama xebatên qadê yên tîmên me yên nexşe û topoğrafyayê de hate amadekirin, em qonax bi qonax bi pêş ve diçin. Di qonaxa yekem de me çêkirina 5 bîran qedand û xeta nêzî 350 metreyî raxist. Xebatên me dê di çarçoveya bernameya plankirî de berdewam bikin."
