Gelecek Partîsî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serdanek pêk anî
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bixêrhatina Cîgirê Serokê Giştî yê Gelecek Partîsî Cemalettin Kani Torun û şandeya pê re kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê Gelecek Partîsî û Parlamenterê Bursayê Cemalettin Kani Torun, Serokê Bajarê Amedê yê Gelecek Partîsî Aydin Altaç û şandeya pê re, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, piştî bixêrhatinê ligel Torun û kesên pê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, li ser xebatên rêveberiyên herêmî, xizmetên şaredariyê û geşedanên rojevî nêrîn hatin guhartin.
Di vê serdanê de, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayhan Karatekin û endamên meclîsê jî ligel Hevşaredar Hatun cih girtin.
