Hevşaredaran serdana esnafên Kolana Gaziyê kir: Divê qadên jiyana hevpar werin parastin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnafên Kolana Gaziyê ziyaret kirin û li daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Di serdanê de, xebatên ku ji bo dabînkirina ewlehiya peyayan, parastina qadên jiyana hevpar û rêgirtina li ber dagirkirina peyarêyan li navçeya dîrokî ya Sûrê tên meşandin, hatin nirxandin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi tevnebûna Hevserokên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, li Kolana Gaziyê ya navçeya Sûrê esnaf ziyaret kirin. Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel ve hatî organîzekirin de, ji Karwanserayê dest pê kir heta Minareya Çarling, dukan û kargeh yek bi yek hatin ziyaretkirin.
‘Divê peyarê li gora armanca xwe werin bikaranîn’
Di serdana ku li Kolana Gaziyê – ku ji aliyê dîrokî û bazirganiyê ve yek ji xalên herî qerebalix ên bajêr e – hatî kirin de, Hevşaredar hatin bal esnaf û welatiyan û guh dan nêrîn û pêşniyarên wan. Hevşaredaran di dema serdanê de bal kişandin ser girîngiya parastina qadên jiyana hevpar ên li navenda bajêr û destnîşan kirin ku bi taybetî li herêmên ku tevgera peyayan lê zêde ye, bikaranîna peyare û qadên derbasbûnê li gorî armanca wan gelekî girîng e.
‘Divê li gorî xetên sînor were hereketkirin’
Hevserokan behsa xebatên kontrolkirin û agahdarkirinê yên ku herî dawî li navçeya Sûrê ji bo rêgirtina li ber dagirkirina peyarêyan tên kirin kirin û diyar kirin ku ji bo welatî bikaribin di hawîrdoreke bajêr a birêkûpêktir, ewletir û hêsantir de tevbigerin, girîng e ku kargeh li gorî xetên sînor ên diyarkirî tevbigerin. Hevserokan li ser vê mijarê bi esnafan re danûstandina fikran kirin û bal kişandin ser girîngiya çareseriya hevpar û hevkariyê.
Esnafan daxwazên xwe gihandin wan
Esnaf û welatiyên ku kêfxweşiya xwe ya ji vê serdanê anîn ziman, diyar kirin ku li Kolana Gaziyê pêdivî bi WC (destşo) û ATM (gîşeyên diravan) heye. Esnafan her weha daxwaz û pêşniyarên xwe yên derbarê hewcedariya malên şînê ya li seranserê bajêr, xizmetên goristanan û xebatên paqijiyê de gihandin Hevserokan.
Hevserokan jî destnîşan kir ku wan daxwaz û pêşniyarên ku gihîştine wan not girtine û dê ji yekeyên têkildar re ragihînin. Serdan piştî sohbetên bi esnaf û welatiyan re bi dawî bû.
