Ezmûnên cîhanê li Amedê hatin cem hev: Nexşeya rê ya hevpar a aştiyê hat nîqaşkirin
Di konferansa navneteweyî ya aştiyê de ku li Amedê hat lidarxistin, pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê û ezmûnên Îrlanda, Herêma Baskê û Kolombiyayê li ser zemînekî hevpar hatin nîqaşkirin. Axiveran bal kişandin ser vê yekê ku ji bo aştiyeke mayinde; garantiya yasayî, beşdariya civakî, rola jinan a di pêvajoyên muzakereyê de û çalakbûna civaka sivîl diyarker in.

Konferansa bi sernavê “Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiya Civakî û Nimûneyên Cîhanê: Zehmetî, Derfet, Bendewarî û Encam” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Forûma Aştî û Azadiya Civakî ve hat organîzekirin, bi rûniştinan berdewam dike.
'Zimanê li ser bingeha ewlehiyê fikarê çêdike'
Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Şanda Îmraliyê Prof. Dr. Mîthat Sancar ku di rûniştina yekem a konferansê ya bi sernavê "Rewşa Rojane ya li Tirkiyeyê" de nirxandin kirin, destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê de têgîn û binavkirin xwedî girîngiyeke jiyanî ne. Sancar ev îfade bi kar anîn: "Navê ku hûn li pêvajoyê dikin, rasterast bandorê li kalîteya karê ku hûn dikin û naveroka peyamên ku hûn didin civakê dike. Ji ber vê yekê, meşandina vê pirsê tenê di ser têgîna 'terorê' û zimanekî li ser bingeha ewlehiyê re, guman, fikar û şikên di nav civakê de mezin dike. Pêdivî ye ku ev pêvajo wekî 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' were binavkirin."
'Em li ser rêçepeke krîtîk a derbasbûna ji şer ber bi hiqûqê ve ne'
Sancar da zanîn ku modela li Tirkiyeyê, berevajî pêvajoyên bêçekkirin û entegrasyonê yên li cîhanê, danîna çekan datîne destpêka pêvajoyê û anî ziman ku ev nêzîkatî armanc dike ku dawî li şer bîne û riya çareseriyê veke. Sancar diyar kir ku ev yek di nav civakê de hinek pirsan çêbike normal e û diyar kir ku Tirkiye niha li ser rêçepeke krîtîk a derbasbûna ji şer ber bi hiqûqê ve û ji şîdetê ber bi siyasetê ve ye.
'Garantiya yasayî ne lezûbezî ye, pêdiviyek e'
Sancar anî ziman ku ji bo pêvajo li ser zemînekî mayinde û saxlem rûne, çarçoveyeke yasayî ya ku pêvajoyên bêçekkirin û entegrasyona civakî li xwe digire şert e û destnîşan kir ku daxwazên qanûnî nabe ku wekî "lezûbezî" werin dîtin: "Garantî hawkarîyê (ewlehiyê) çêdikin. Ew pêvajoya ku em jê re dibêjin ji nû ve entegrasyon, dê piralî, berfireh û zehmet be. Nêzîkbûna li vê pirsê di nav pênaseya peywireke sînordar de ne rast e. Ji kesan heta saziyan divê were berçavkirin ku erkên pir girîng dikevin ser milê me hemûyan. Qanûnên ku werin derxistin, dê garantiyeke pêkhateyî bide pêvajoyê."
Ezmûnên navneteweyî: Îrlanda, Herêma Baskê û Kolombiya
Di rûniştina duyem a konferansê de ku Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy moderatoriya wê dikir, di bin sernavê "Pêvajoyên Îrlandaya Bakur (IRA), Îspanya (ETA) û Kolombiyayê (FARC-EP)" de ezmûnên cuda yên aştî û çareserkirina şer û pevçûnan ên li cîhanê hatin parvekirin.
Ezmûna Îrlandayê: Peymana Înîya Pîroz destpêkek bû
Endamê Meclîsa Zagonsaz a Sinn Féin Gerry Kelly anî ziman ku pêvajoya aştiyê ya li Îrlandayê destpêkê di nav raya giştî de bi awayekî gur hat nîqaşkirin û tevî nêrînên li dijî hev jî bi biryardarî hat meşandin. Kelly pêvajoyê bi van gotinan kurtebêj kir: "Me xwest em argumana Îrlandaya Yekbûyî bi rêyeke aştiyane bidomînin. Dema aliyan dît ku ji aliyê leşkerî ve nikarin serdestiya hev bikin, rêbazên din ketin dewrê. Di encamê de, Peymana Înîya Pîroz (Good Friday) ku hat îmzekirin, ne çareseriya her tiştî bû, tenê xala destpêkê ya riya ber bi pêş ve bû. Wekî aliyên şerker ên berê, normal bû ku em baweriya xwe bi hev neynin, lê me feraseta diyalogê her tim parast. Ji ber ku me baweriya xwe bi tevahiya pêvajoyê anî, tevî qutbûnan jî me karibû vê rêyê bi pêş bixînin."
Herêma Baskê: Civaka sivîl pêvajo deyn kir
Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî û Polîtîkayê yê EH Bildu Igor Zulaika Zurimendi behsa şerên dîrokî û ezmûnên muzakereyê yên di navbera Herêma Baskê û hikûmeta Îspanyayê de kir. Zurimendi diyar kir ku piştî ceribandina yekem a sernederketî wan ders derxistine û derbarê pêvajoya bêçekkirina ETA'yê de wiha got: "Dema ku ETA'yê di sala 2010'an de biryara bêçekkirinê girt, modela Nepalê ji xwe re mînak girt û çekên xwe mor kir. Dema hikûmeta Îspanyayê ev yek qebûl nekir, di sala 2016'an de ETA'yê berpirsiyariya pêvajoyê radestî civaka sivîl a Baskê kir. Civaka sivîl kontrol girt destê xwe û pêvajo kir milkê gel. Me qaydeyek diyar kiribû: Tu kes li paş nayê hiştin, lê kes jî li derveyî vê pêvajoyê namîne. Gelê Baskê bû kirdeyê herî mezin ê vê pêvajoyê."
Zurimendi anî ziman ku ji bo mercên jiyanê yên çêtir ji bo her kesî li welatê Baskê divê veberhênan li aştiyê were kirin û diyar kir ku ev yek ne ji ber safîbûnê ye, ew bawer dikin ku ev riya herî rast e ji bo hemû gelan. Zurimendi destnîşan kir ku mîsogarkirina edalet, maf û derfetên wekhev ji bo her kesî, şerta bingehîn a aştiya mayinde ye.
Ezmûna Kolombiyayê
Siyasetmedar û fermandara berê ya FARC-EP'ê Victoria Sandino ku bi girêdana serhêl (Zoom) beşdarî rûniştinê bû, ezmûnên xwe yên derbarê hevdîtinên aştiyê, zehmetî û destkeftiyên li Kolombiyayê parve kir. Sandino anî ziman ku tiştên di konferansê de hatine vegotin dersên pir girîng di nav xwe de dihewînin û ji bo lêgerînên gelên din dibin rêber û wiha peyivî: "Çima em muzakere dikin? Mînak li Kolombiyayê hinek pirsgirêkên pêkhateyî hene; newekheviyeke civakî ya mezin, şideta siyasî û di heman demê de pirsgirêkên pêkhateyî yên çaresernebûyî, wekî derketina şer û pevçûnan berdewam dikin. Piştî 50 salan ne hikûmet û ne jî artêşê karibû me têk bibe, wekî berxwedaneke me jî bi ser neket ku em vê dewletê birûxînin. Li aliyê din ê vê yekê jî bi milyonan mexdûr/qurbanî hene."
'Beşdariya jinan bû sedema berfirehkirina rojeva aştiyê'
Victoria Sandino terek kir ku muzakereyek nikare tenê bi aliyên çekdar re sînordar bimîne û diyar kir ku li Kolombiyayê mexdûr, tevgerên civakî, gelên resen, gundî, zanîngeh û rêxistinên jinan bi rêya forûmên neteweyî beşdarî pêvajoyê bûne. Sandino anî ziman ku beşdariya çalak a jinan yek ji geşedanên herî girîng bû û diyar kir ku di vê pêvajoyê de binekomisyona zayenda civakî hatiye avakirin, perspektîfa zayenda civakî cara yekem di nav muzakereyên aştiyê de cih girtiye û mafên jinan hatine rojevê. Sandino tekez kir ku beşdariya jinan a di pêvajoyê de, çarçoveya rojeva aştiyê berfireh kiriye.
'Garantiyek pêwîst e'
Qisekerê dawî yê rûniştinê Muhîttîn Altun ê ku 32 salan di girtîgehê de maye, bal kişand ser ku ezmûna DDR (Bêçekkirin, Demobilîzasyon û Ji Nû ve Entegrasyon) bêtir bi danîna çekan û guhertina saziyan re sînordar maye û ev nêzîkatî kêm e. Altun diyar kir ku mirov dikare ji DDR'ê sûd werbigire lê hewcedarî bi nêrîneke berfirehtir heye û wiha got: "Ez dixwazim vê nêrînê wekî asoya 3'yemîn pênase bikim. Kurdan bi têkoşîna xwe hebûna xwe nîşan da. Bi vê baweriya ontolojîk (hebûnî) dibêjin em dikarin bêyî çekan jî berdewam bikin; ji xwe bawer dikin. Ji bo vê yekê garantiyek pêwîst e. Bêyî garantiyê nikarin gavekê bavêjin. Di meseleya entegrasyona demokratîk de guhertin û veguhastineke dualî heye. Divê pergala ku Kurdan li derve dihêle jî biguhere. Pergalên heqîqetê biguherin. Heke ew biguherin, ewlehî çêdibe."
