Li Bismilê perwerdeya têkoşîna dijî alûdebûnê hat lidarxistin
Ji aliyê Navenda Perwerde û Şêwirmendiya Alûdebûna Madeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Midûriyeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê perwerdehiyek hat lidarxistin. Di vê perwerdehiyê de ji bo kursiyer û xebatkaran, li ser alûdebûna madeyan û her wiha li ser mijara alûdebûna giştî zanyariyên berfireh hatin parvekirin.

Navenda Perwerdehî û Şêwirmendiya Alûdebûna Madeyan a ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, xebatên xwe yên perwerdehiyê yên ji bo zêdekirina hişmendiya civakê ya di warê têkoşîna dijî alûdebûnê de didomîne. Di vê çarçoveyê de, li Midûriyeta Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê ji bo kursiyer û xebatkaran li ser alûdebûna madeyan û alûdebûna giştî perwerdehiyeke hişmendiyê hat lidarxistin.
Bi perwerdehiya ku ji aliyê pisporan ve hat dayîn; pênaseya alûdebûnê, cureyên wê, faktorên rîskê yên ku dibin sedema alûdebûnê û bandorên wê yên fîzîkî, psîkolojîk û civakî yên li ser kesan bi hûrgilî hatin destgirtin. Ji beşdaran re hat ragihandin ku alûdebûn ne tenê bandorê li ser kesan dike, di heman demê de pirsgirêkeke girîng a tenduristiya giştî ye ku bandorê li malbat û civakê jî dike.
Nîşaneyên destpêkê û pêvajoyên dermankirinê hatin vegotin
Di çarçoveya perwerdehiyê de giringiya naskirina nîşaneyên destpêkê yên alûdebûnê ji beşdaran re hat ravekirin û li ser rêbazên nêzîkbûna rast a li hemberî kesên alûde, pêvajoyên tedawiyê û mekanîzmayên serlêdanê zanyariyên berfireh hatin dayîn. Di bernameyê de hat aşkerekirin ku hişmendiya pêşwext û destwerdana di wextê xwe de, rêjeya serkeftinê ya di têkoşîna dijî alûdebûnê de zêde dike.
Beşdar her wiha li ser mijarên wekî arastekirina kesên di bin rîska alûdebûnê de ber bi mekanîzmayên piştgiriyê ve, giringiya pêvajoyên alîkariya profesyonel û rola piştgiriya malbatê ya di pêvajoya dermankirinê de hatin agahdarkirin.
Bal kişandin ser rola rêveberiyên xwecihî
Di perwerdeyê de bal kişandin ser berpirsiyariyên ku malbat, derdora civakî û rêveberiyên xwecihî di têkoşîna dijî alûdebûnê de digirin ser xwe. Di heman demê de giringiya xebatên parastin û pêşîlêgirtinê ya ji bo xurtkirina tenduristiya civakî hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku tevgera hevpar a saziyên giştî û hemû beşên civakê, di pêşîlêgirtina alûdebûnê de roleke krîtîk dilîze.
Perwerdehiya ku pirsên beşdaran jî tê de hatin bersivandin, bi nirxandinên li ser xurtkirina hişmendî û hevkariya civakî ya di têkoşîna dijî alûdebûnê de bi dawî bû.
Xebatên perwerdehiyê dê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina hişmendiya civakê ya li ser mijara alûdebûnê û belavkirina xebatên parastin û pêşîlêgirtinê, di heyama pêş de jî xebatên xwe yên perwerdehî û agahdarkirinê yên ji bo komên cuda yên temen û pîşeyan dê berdewam bike.
