Hevşaredar Bucak: Aştî, ne tenê bêdengbûna çekan e, pêvajoyeke avakirina civakî ye
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di konferansa "Li Tirkiyeyê Pêvajoyên Aştiya Civakî û Nimûneyên Cîhanê" de ku bi hevkariya ŞARMED, ÎHD û Forûma Aştî û Azadiya Civakî hat lidarxistin axivî. Bucakê got: "Aştî, tenê bêdengbûna çekan nîn e, pêvajoyeke avakirina civakî ye" û bal kişand ser vê yekê ku bêyî demokrasiyê aştî dê tenê wekî agirbestekê bimîne, veguhastina civakî ya mayinde jî tenê bi beşdariya çalak a rêveberiyên herêmî pêkan e.

Konferansa "Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiya Civakî û Nimûneyên Cîhanê: Zehmetî, Derfet, Bendewarî û Encam" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Forûma Aştî û Azadiya Civakî ve hat organîzekirin, li Salona Civînan a Alî Emîrî hat lidarxistin. Tevî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin, parlamenter, navên ku di pêvajoyên çareserkirina şer û pevçûnan ên li Îrlanda, Kolombiya û Îspanyayê de rolên çalak girtine, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî konferansê bûn.
'Amed yek ji wan bajarên girîng e ku hêviya aştiyê hildigire'
Hevşaredar Serra Bucak ku di vekirina konferansê de axivî, diyar kir ku Amed bi jin, ciwan, kedkar û feqîrên xwe ve di nav nifşan de hem giraniya şideta dewletê li ser pişta xwe hildaye, hem jî li dijî vê giraniyê bûye yek ji bajarên herî girîng ku sembola avakirina aştiyê ya ji binî ve û parastina vê hêviyê ye. Bucak anî ziman ku lidarxistina konferansê di dîroka 11'ê Tîrmehê de xwedî wateyeke taybet e.
'Rêveberiyên herêmî ne li qiraxê, tam li navendê cih digirin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku bê ka ew wekî ŞARMED’ê çawa li aştiyê dinêrin û destnîşan kir ku aştî di wateya xwe ya herî fireh û giştgir de, pêvajoyeke avakirina demokratîk û civakî ye. Bucak diyar kir ku ew vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke ku li tax, gund, mal bi mal û kolan bi kolan tê avakirin dibînin—ku li wir kedkar, ciwan, jin û hemû beşên civakê bi awayekî fiîlî dijîn, hildiberînin, tên cem hev û xwe bi rêxistin dikin—û anî ziman ku ew bi dil û can diparêzin ku ev feraset were piştgirîkirin. Ji ber vê yekê da zanîn ku rêveberiyên herêmî, demokratîk û beşdar ne li qirax û quncikan, tam di navenda vê nîqaşê de ne.
Bandora rêveberiya herêmî di asta gerdûnî de jî tê nîqaşkirin
Hevşaredar Bucak da zanîn ku tevkariya ku xweseriya herêmî dê bide demokrasî û aştiyê di asta gerdûnî de jî tê nîqaşkirin û wiha peyivî: "Lê belê em ê çawa wê deynin tam di navendê de? Ji bo ku em deynin tam di navendê de, çi pênave dikeve ser milê rêveberiyên herêmî, di wateya fireh de rêveberiyên herêmî, di asta piçûktir de şaredarî û saziyên me? Belê dibe ku ev pêvajoyek be ku em ê demeke dirêj nîqaş bikin; lê belê dema ku em nîqaş dikin divê em pratîkên wê jî teqez derxin holê. Baş e, çima di pêvajoyên aştiyê de rêveberiya herêmî û demokratîk evqas girîng e? Bi dehan salan avakirina aştiyê hema hema tenê wekî karê hikûmetên neteweyî, komîteyên navneteweyî, artêş, hêzên leşkerî û navbeynkarên navneteweyî hat dîtin. Biryar li paytextên dûr hatin girtin. Dema em li pêvajoyên aştî û muzakereyên li cîhanê dinêrin, em pir baş dizanin ku biryarder piranî mêr bûn. Ev rewş, famkirina têkoşînên rojane yên bajar û herêmên ku kêm caran tên ziyaretkirin, zehmet dike. Tevî vê yekê jî li ser navê van civakan peyman tên îmzekirin."
'Gotinên jinan ên li ser aştiyê girîng in'
Bucak diyar kir ku welatên ku berovajî vê yekê jiyane û tevgerên ku ezmûnên cuda pêş xistine jî hene û mînaka Îrlandaya Bakur bi bîr xist. Bucak got ku Koalîsyona Jinan a Îrlandaya Bakur yek ji aktorên girîng ên pêvajoya aştî û muzakereyê ya hatî meşandin bû. Bucak anî ziman ku koalîsyonê di sala 1996'an de aliyên Katolîk û Protestan anîn cem hev û di îmzekirina Peymana Înîya Pîroz (Good Friday) de roleke girîng lîst. Bucak destnîşan kir ku lêkgihandina aliyan ji aliyê jinan ve bi nêrîneke azadîxwaz, wekhevparêz û edaletparêz, hem ji bo têkoşîna jinan hem jî ji bo aştiyê zehf girîng e.
Bandora tevgera jinên Kurd
Bucak dema behsa ezmûnên cîhanê kir, bal kişand ser tevgera jinên Kurd a li Tirkiyeyê jî û anî ziman ku ev tevger gotin û çalakiya jinan esas digire, jinan dikişîne pêşengî û pozisyoneke çalak. Bucak anî ziman ku ew pir baş dizanin modelekî aştiyê yê ku ji jor ber bi jêr ve tê avakirin, rê nade ku gelên ku berdêla rastî ya şer didin, feqîr, jin û ciwan gotina xwe bêjin; berovajî vê yekê ev model bi berjewendiyên navendên sermaye û desthilatdariyê re li hev dike. Bucak wiha berdewam kir: "Lê belê em dibînin ku ev yek diguhere. Di 20 salên dawî de hem di asta gerdûnî de hem jî di erdnîgariya me de guhertineke girîng çêdibe. Lêkolînên ku tên kirin her ku diçe balê dikişînin ser aliyekî hîn demokratîktir. Her kes ji hev dipirse, 'Li ku ye ew aliyê demokratîktir û cudatir?' Ji ber vê yekê meşandina avakirina aştiya herêmî ji herêman bi xwe, pir girîng e. Xebatên akademîk jî vê yekê nîşan didin."
'Pêwendiyên mirovan li ser vê bingehê rêxistin dikin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya mekanizmayên herêmî ya di şonkariya aştiyê de û got: "Ji ber ku têkiliyên rûbirû, têkilî û bendan ava dike; rastiyên madî yên tax, gund û yekeyên herî piçûk ên niştecihbûnê derdixe holê. Ev yek ji bo me pir girîng e. Ji ber vê yekê em mazûvaniya civînên bi vî rengî dikin, hewl didin pêşengiyê bikin û hewl didin bêtir mirovan li ser vê bingehê rêxistin bikin."
Ezmûna Afrîkaya Başûr
Hevşaredar Bucak di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ezmûna Afrîkaya Başûr û bi bîr xist ku di destpêka salên 1990'î de li dijî rejîma Apartheidê berxwedaneke çalak hat meşandin û di encama vê têkoşînê de di sala 1991'an de Peymana Aştiyê ya Neteweyî derket holê. Bucak diyar kir ku bi vê peymanê re li 11 herêman komîteyên aştiyê hatine avakirin, mirovên ji bajarok û gundên welat perwerdeya aştiyê girtine û li ser 260'î re komîteyên aştiyê yên herêmî ava kirine. Bucak bal kişand ser girîngiya refleksên herêmî yên ku di vê pêvajoyê de hatine pêşxistin.
Balkişandina ser veguhastina civakî
Hevşaredar Bucak anî ziman ku berî ku veguhastina civakî pêk were, derfet, zehmetî û qonaxên aştiyê neyên nîqaşkirin û bi rêveberiyên herêmî re nebin yek, divê encamên pêvajoyên bi vî rengî baş bên nirxandin. Bucak got ku aştiya civakî ya mayinde tenê bêdengbûna çekan nîn e, di heman demê de bersivdayîna hewcedariyên gel e. Hevşaredar Bucak diyar kir ku bêyî demokrasiyê aştî dê tenê wekî agirbestekê kar bike û destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê ne hêmanên aliyî yên pêvajoyên demokratîk û beşdar ên herêmî ne. Hevşaerdar Bucak diyar kir ku di ezmûnên cîhanê de rêveberiyên herêmî wekî pira herî bi bandor a ku soza berbiçav a aştiyê digihîne gel tê pênasekirin û got: "Di şêwaza xwe ya herî hêsan de, ew e ya ku nêzî gel e û li hemberî gel berpirsiyar e."
Piştre Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin axivî û rapora ku ÎHD'ê derbarê pêvajoya ku 21 meh in berdewam dike amade kiriye, bi alîkariya slaytan vebêje. Aydin merasîma danîna çekan a ku sala borî di 11'ê Tîrmehê de hatibû lidarxistin bi bîr xist û diyar kir ku heke pêvajo bigihêje armanca xwe, divê îro wekî "Roja Aştiyê" were bibîranîn. Aydin da zanîn ku mekanizmayên hafize û rûbirûbûnê ji bo ku êşên bi vî rengî dubare nebin xwedî fonksiyoneke girîng in û got ku divê pêşniyarên rêxistinên civaka sivîl û saziyên ku di vê qadê de xebatan dimeşînin li ber çavan werin girtin.
Piştî axaftinên vekirinê, di rûniştina yekem a bernameyê de di bin sernavê "Rewşa Rojane ya li Tirkiyeyê" de Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar nirxandinên xwe kirin.
Ezmûnên aştî û çareserkirina şer û pevçûnan dê bên destgirtin
Di rûniştina piştî nîvro de jî di bin sernavê "Pêvajoyên Îrlandaya Bakur (IRA), Îspanya (ETA) û Kolombiyayê (FARC-EP)" de ezmûnên aştî û çareserkirina şer û pevçûnan ên li welatên cuda dê bên nirxandin. Di rûniştina ku dê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy moderatoriya wê bike de; Endamê Meclîsa Zagonsaz a Sinn Féin Gerry Kelly, siyasetmedar û fermandarê berê yê FARC-EP'ê Victoria Sandino, Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî û Polîtîkayê yê EH Bildu Igor Zulaika Zurimendi û Muhittin Altun ê ku 30 salan di girtîgehê de maye, dê wekî axivîner cih bigirin.
Piştî beşa ku beşdar dê nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin, bername dê bi axaftina girtinê bi dawî bibe.
