Hevşaredar beşdarî Civîna Ciwanan, Werziş û Çandê bûn
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî Civînên Ciwanan, Werziş û Çandê yên Peyasê bûn.
Civînên Ciwanan, Werziş û Çandê yên Peyasê ku ji aliyê Komeleya Ji Bo Paşerojê Em Li Vir In (GÎB-DER) û Şaredariya Peyasê (Kayapinar) ve hatin organîzekirin, li Parka 75’an bi rê ve çûn. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê û ciwan tev li çalakiyê bûn.
Di roja yekem a çalakiyê de ku dê sê rojan berdewam bike, dengbêj Hediye û Berkenzer û hunermend Simyager, Kasim Taşdogan û Eylul Nazlier konserek dan.
Çalakî bi gerandina govandan bi dawî bû.
