Hevşaredar Bucak di Meclîsa Jinan a UCLG’ê de axivî: Modela hevserokatiyê perspektîfeke azadîxwaziya jinê ye
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna Meclîsa Jinan a UCLG’ê bû ku şaredarên jin û rêveberên herêmî yên ji welatên cuda yên cîhanê tê de civiyabûn. Bucak diyar kir ku ew di şaredariyan de pergala hevserokatiyê bi kar tînin û got ku modela hevserokatiyê perspektîfeke azadîxwaziya jinê ye.

Kongreya Cîhanî ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG), bi beşdariya nûnerên rêveberiyên herêmî û xwecihî yên ji welatên cuda yên cîhanê, li bajarê Tanger ê Fasê bi bernameyên roja sêyemîn berdewam dike. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya kongreyê de beşdarî civîna Meclîsa Jinan a UCLG’ê bû ku îsal cara yekem hat lidarxistin.
Di civîna Meclîsa Jinan a UCLG’ê (UCLG Women Assembly) de ku platformeke navneteweyî ye û şaredarên jin, rêveberên herêmî û lîderên jinên cîhanê tîne cem hev; mijarên wekî xurtkirina wekheviya zayendî, piştgirîkirina rêveberên jin û berfirehkirina modelên rêveberiya giştgir di rêveberiyên herêmî de hatin gotûbêjkirin. Temsiliyeta wekhev a jinan di mekanîzmayên biryardanê de, wekî yek ji hêmanên bingehîn ên veguherîna demokratîk hat nirxandin.
‘Xuyabûna jinan encama biryardariyeke siyasî ye’
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna meclîsê de axivî û diyar kir ku hebûna jinan di siyasetê û rêveberiyên herêmî de bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e û wiha got:
“Îro li vir bi we re bûn ji bo min pir girîng e. Em di rêxistina cîhanî ya UCLG’ê de zêdetirî du saetan e ku perspektîfa jinê, nêrîna jinê nîqaş dikin. Ev nîqaşên pir girîng in. Lê divê em dubare bikin ku ev nîqaşên gelekî siyasî ne. Çimkî xuyabûna jinan, aktîfbûna wan û di asta biryardanê de cihgirtina wan di siyaseta herêmî û giştî de, encama biryardariyeke mezin a siyasî û têkoşîna rêxistinkirî ya jinê ye. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Nexwe gava em dibêjin lîderên jin, gelo em tiştekî ji lîderên mêr cuda qasid nakin? Ez dixwazim vê pirsê li vir bikim. Çimkî wekî mînak, ez nabêjim lîdera jin, ez dibêjim rêvebera jin. Gotina lîdera jin ji bo min desthilatdariyê tîne bîra mirov. Zimanekî serdestê mêr û baviksalar tîne bîra mirov. Rastî ev e ku ez bêtir tercîh dikim bibêjim rêvebera jin. Rêvebera jin di heman demê de giştgir e. Ew hevalên xwe yên jin ên li rex xwe mezin dike, bi pêş dixe û têkoşîna jinê dikişîne her qada bajar û siyasetê. Ji ber vê yekê divê cudahiya me ji mêran hebe.”
‘Divê rêveberên jin karibin zimanekî giştgir û beşdarbûyî ava bikin’
Hevşaredar Bucak, derbarê fêmkirina rêveberiyê ya jinan de nirxandin kirin û bal kişand ser girîngiya avakirina ziman û nêrîna rêveberiyê ya jinan û wiha meşand:
“Divê rêveberên jin karibin zimanê jinê ava bikin. Karibin zimanê giştgir û beşdarbûyî ava bikin. Ez difikirim ku ev jî yek ji berpirsiyariyên me yên girîng e.”
Modela hevserokatiyê
Hevşaredar Bucak, behsa modela hevserokatiyê ya ku di şaredariyan de tê sepandin kir û derbarê temsiliyeta wekhev a jinan de wiha axivî:
“Ez hevşaredara bajarekî bi nifûsa 1 mîlyon û 800 hezarî me. Di partiya me de ji sala 2007’an vir ve hevserokatî heye. Di şaredariya jinê de ev 10 sal in hevserokatî heye. Gava em dibêjin hevşaredarî, em çi qasid dikin? Modela hevserokatiyê perspektîfeke azadîxwaziya jinê ye, modeleke azadîxwaziya jinê ye; tê wateya temsiliyeta wekhev a ji sedî 50 ya jin û mêran. Niha zêdetirî 50 şaredariyên me hene û 50 hevşaredarên jin hene. Helbet em bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinê gihîştin van deran. Ji kotaya jinê û pergala zîperê (fermuar) em gihîştin temsiliyeta wekhev a ji sedî 50. Di welatekî mîna Tirkiyeyê de, tevî pergal û rêziknameyan, sepandina vê yekê bi awayekî defacto, li gorî me têkoşîneke girîng a jinê derdixe holê.”
‘Pergala jinê avaniyeke beşdarbûyî îfade dike’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku nêrîna rêveberiya herêmî ya azadîxwaziya jinê, beşdariya demokratîk xurt dike û axaftina xwe wiha domand:
“Ev di heman demê de pergalek e ku rasterast bandorê li ser demokrasiya herêmî, beşdarbûn û giştgiriya ku em îro li bajarên xwe behs dikin, dike. Çimkî pergala jinê; di pergala jinê de, em li dijî polîtîkayên cudaxwaz behsa pergaleke asoyî (horizontal) dikin ku hesasî dema mafên mirovan e û dikare bi torên jinan re li bajaran bi hev re bixebite. Em di pergala jinê de behsa hiyerarşiyê nakin; em di rastiyê de behsa tevgereke sivîl a asoyî, giştgir û beşdarbûyî dikin. Ji bo me girîng e.”
‘Divê temsiliyeta jinê bêtir xuya bibe’
Hevşaredar Bucak, bal kişand ser ku divê di nav UCLG-MEWA û Rêxistina Cîhanî ya UCLG’ê de jin bi awayekî bihêztir bên temsîlkirin û wiha got:
“Ez li gorî herêmê endama UCLG MEWA me. Ez dixwazim ku di UCLG MEWA û rêxistina cîhanî ya UCLG’ê de temsiliyeta jinê bêtir xuya bibe. Ez dixwazim bêtir girîngî ji polîtîkayên jinan re bê dayîn û kotaya jinê, temsiliyeta wekhev a jinê ava bibe. Ez ji vir dixwazim diyar bikim ku ez piştgiriya hevserokeke jin dikim. Çimkî guhertin li van deran dest pê dike. Ez diparêzim ku divê rêveberên jin xwedî li namzedên jin derkevin.”
‘Civaka demokratîk, tenê bi jinên azad û rêxistinkirî pêkan e’
Hevşaredar Bucak di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pişgiriya jinê û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Em dizanin ku civakeke azad û demokratîk, tenê bi dabînkirina tam a wekheviya jin û mêran pêkan e. Ez difikirim ku civaka azad û demokratîk, tenê bi jinên azad û rêxistinkirî, û bi piştgirîkirina jinên azad û rêxistinkirî ya ji bo hevdu pêkan e.”
